Mesrûr Barzanî Dîlan Yeşîlgoz pîroz kir

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Dîlan Yeşîlgoz Kurd Holenda Pîrozbahî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, siyasetmedara Dêrsimî Dîlan Yeşîlgozê pîroz kir ku wekî Alîkara Serokwezîr û Wezîra Parastinê ya Holendayê dest bi kar kiriye.

Mesrûr Barzanî her wiha peyama berdewamiya hevkariya navbera her du welatan da.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê fermî yê Xê peyamek belav kir û Dîlan Yeşîlgoza ku di hikûmeta nû ya Holendayê de erkên krîtîk wergirtine pîroz kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de wiha got:

"Ez Dîlan Yeşîlgozê ji ber wergirtina postên Alîkara Serokwezîr û Wezîra Parastinê ya Holendayê ji dil pîroz dikim.

Em qîmetê didin pêwendiyên xwe yên bi Holendayê re û em li bendê ne ku hevkariya me berdewam bike."

Ji bo civaka Kurd serkeftineke dîrokî

Tayînkirina Yeşîlgozê ya ji bo vê posta bilind, ji bo civaka Kurd a li Ewropayê wekî serkeftineke dîrokî û sembolîk tê dîtin.

Dîlan Yeşîlgoz Seroka Partiya Gel a ji bo Azadî û Demokrasiyê (VVD) ye.

Yeşîlgoz wekî siyasetmedara yekem Kurd a jin ket dîrokê ku li welatekî endamê Yekîtiya Ewropayê (YE) bûye seroka mekanîzmayeke biryardayînê ya stratejîk a wekî parastinê.

Pêwendiyên xurt ên Hewlêr û Amsterdamê

Dîlan Yeşîlgozê dema ku Wezîra Dadê ya Holendayê bû, Gulana 2022yan serdana Hewlêrê kiribû û bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re civiyabû.

Di hevdîtinê de mijarên wekî reforma dadwerî, serweriya hiqûqê, zêdekirina kapasîteya saziyan û bi taybetî xurtkirina piştgiriya ji bo qurbaniyên DAIŞê hatibûn gotûbêjkirin.

Dîlan Yeşîlgoz kî ye?

Dîlan Yeşîlgoz 1977an li Enqereyê ji dayîk bûye.

Bavê wê Kurdekî Dêrsimî ye û dayîka wê jî Tirk e.

Yeşîlgoz di temenekî biçûk de koçî Holendayê kir.

Wê 1999an di Partiya Sosyalîst de dest bi kariyera xwe ya siyasî kir û piştre beşdarî VVDyê ya rastgir a navendî bû û bi pêş ket.

Bi hestiyariya xwe ya li hemberî mijarên Kurdî tê naskirin

Yeşîlgoz di kariyera xwe de bi hestiyariya xwe ya li hemberî mijarên Kurdî tê naskirin.

Wê her tim dianî ziman ku divê civaka navneteweyî piştgiriyê bide fedakariyên Pêşmergeyan û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku li Îraq û Sûriyeyê li dijî DAIŞê şer kiriye.

Yeşîlgozê mehên borî di dema şerê li Sûriyeyê de bang kiribû ku divê sivîlên Kurd bên parastin.

Wê her wiha piştgirî dabû xwenîşandanên li Îranê û xwestibû ku Supaya Pasdaran a Îranê bikeve lîsteya terorê.

Yeşîlgozê piştî destbikarina xwe daxuyaniyek da û biryardariya xwe ya di serdema nû de wiha anî ziman:

"Ez li benda avakirina welatekî bihêz im ku karibe li hemberî metirsiyên îro û sibê xwe biparêze û li ser lingên xwe bisekine."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst