Mesrûr Barzanî: Em nahêlin Rojava bi tenê bimîne

2 demjimêr berê
RÛDAW
Mesrûr Barzanî / Wêne: Rûdaw
Mesrûr Barzanî / Wêne: Rûdaw
Nîşan Mesrûr Barzanî Kurd Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji Davosê peyameke piştrastiyê arasteyî Rojavayê Kurdistanê kir û got, "Em ti carî nahêlin hûn bi tenê bimînin."

Mesrûr Barzanî her wiha eşkere kir ku li Hewlêrê di navbera Mezlûm Ebdî û Tom Barrack de li ser berdewamiya agirbestê peymanek çêbûye.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro di çarçoveya Foruma Aborî ya Cîhanî ya li Davosê de, di konferanseke rojnamegeriyê de behsa naveroka hevdîtinên xwe kir û da zanîn ku yek ji mijarên sereke rewşa Rojavayê Kurdistanê bûye.

"Hewlên ji bo bidawîanîna êrişan"

Mesrûr Barzanî ragihand ku her çend armanca sereke ya serdana wan aborî bû jî, rewşa Rojavayê Kurdistanê bûye mijara sereke ya gotûbêjan û got:

"Di mijara yekem a civînên me de, me bi awayekî berfireh behsa rewşa Rojavayê Kurdistanê kir.

Hemû hewl û baldariya me li ser wê yekê bûye ku em piştgiriyeke navneteweyî ya xurt peyda bikin da ku dawî li şer û pevçûnan were anîn."

Serokwezîr peyameke piştrastiyê da xelkê Rojavayê Kurdistanê û amaje pê kir:

“Çi ji destê me bê em dê ji bo xuşk û birayên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê bikin.

Em ti carî nahêlin welatiyên Rojavayê Kurdistanê bi tenê bimînin.”

Civîna Hewlêrê û agirbest

Derbarê hewlên ji bo agirbestê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê zanyariyên nû eşkere kirin û ragihand:

“Îro li Hewlêrê di navbera Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî û Tom Barrack de civînek pêk hatiye.

Li gorî agahiyên ku gihîştine min, her du alî hema bêje gihiştine wê peymanê ku agirbest li Rojava berdewam bike.

Her wiha dê derfetek were dayîn da ku bigihîjin têgihiştineke dualî û aştî û aramî pêk were."

Rola Serok Barzanî

Mesrûr Barzanî amaje bi rola Serok Mesûd Barzanî ya di rawestandina şer de kir û ragihand:

"Serok Barzanî di çend pêwendiyên telefonî de bi Ehmed Şer re axiviye û rasterast jê xwestiye ku dawî li şer bîne. Wan jî soz dane ku ew ne alîgirê şer in."

Mesrûr Barzanî her wiha da zanîn ku "piştî hewleke zêde", Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî karîbûye yekem karwana alîkariyê bigihîne Rojavayê Kurdistanê û ew di vî karî de berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst