EFRÎN: Çekdarên Emşatê 3 Kurd girtin

19-12-2023
Nîşan Efrîn Kurd Emşat Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên grûpa Silêman Şahê ya ku wekî “Emşat”ê tê naskirin û ser bi Tirkiyeyê ve ye 3 Kurd girtin.

Emşatê ev her sê kes li gundê Hêkecê yê navçeya Şiyê ya Efrînê bi hinceta “pêwendiya bi Rêveberiya Xweser re” girtin.

Rewangeha Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR) da zanîn piştî ku ev kes ji Helebê vegeriyane ser mal û milkên xwe hatine girtin.

Çekdarên di kontrola Tirkiyeyê de 11ê vê mehê jî li bajarê Cerablusê yê bakurê Helebê Kurdekî ji gundê Kehnî Korkê yê Efrînê girtibû ku dixwest vegere warê xwe.

Çekdaran ji bo berdana wî ji xizmên wî 5 hezar dolar xwestibûn û çarenivîsa wî heta niha jî ne diyar e.

Dagirkirina Efrînê

Artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdarên ên di kontrola wê de, 20ê Kanûna Paşîna 2018an ji asîman û bejahiyê ve bi awayekî berfireh êrişî Efrînê kir ku wê demê di destê Kurdan de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar.

Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rêyên koçberiyê.

Ji roja ku Efrîn ketiye bin dagirkeriya Tirkiyeyê ve girtin, revandin û kuştina Kurdan berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst