Polîsekî hevjîn û 2 zarokên xwe kuştin

12-11-2025
RÛDAW
Nîşan Antalya Polîs Kuştin Fatma Giyar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kepezê ya Antalyayê polîsekî hevjîna xwe û 2 zarokên xwe kuştin.

Li gorî zanyariyan, li taxa Varsak Demirel a navçeya Kepezê ya Antalyayê di navbera polîsê bi navê M.G û hevjîna wî Fatma Giyar a 31 salî de ji ber sedemek nediyar nîqaş derket.

Piştî demek ji nîqaşê M.G. bi çekê gule li hevjîna xwe û her du keçên xwe Ebrara 10 salî û Merveya 4 salî reşandin.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî çûn cihê bûyerê.

Di pişkinînên destpêkê de diyar bû ku dayik û her du zarokên wê li cihê bûyerê mirine.

Hat ragihandin ku M.G. ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye desteserkirin.

Tîmên tenduristiyê termên Fatma Giyar û her du zarokên wê jî piştî lêkolîna dozger a li cihê bûyerê rakirin Saziya  Bijîşkiya Dadî ya Antalyayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst