Bereya Tirkmenan: Em piştgirî didin Barzanî

20-01-2017
RÛDAW
Nîşan Aydin Merûf Bereya Tirkmen Mesûd Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê bereya Tirkmenan li Parlamentoya Kurdistanê Aydin Merûf piştgirî da daxuyaniyên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî yên derbarê civîna hemû aliyên siyasî yên li Herêma Kurdistanê.

 

Aydin Merûf ji Rûdawê re ragihand; “Em piştgiriyê didin gotinên Mesûd Barzanî yên derbarê gûftoguya navbera liyên siyasî. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên siyasî, pêwîste aliyên nav Parlamentoya Kurdistanê jî beşdarê civînan bibin.”

 

Merûf got; “Civîna pênc alî serkeftî nebû, lewma prose biser neket. Divê hemû aliyên nav parlamentoyê, tirkmen jî û aşûrî jî beşdarî civînan bibin. Divê nêrîna tirkmen û aşûriyan jî derbarê proseya siyasî de bê wergirtin. Ji ber ku pekhate aliyekê giring ê Herêma Kurdistanê ne.”

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Davosê di hevdîtinekê taybet de ji Rûdawê re ragihand; “Bi piştrastî PDK venagere civînên pênc alî. Ez bi xwe vê têgînê qebûl nakim û careke din PDK jî civînên wiha encamp nade. Divê hemû partî û alî beşdarî civînan bibin. Divê civîn berfirehtir bibin.”

 

Serok Barzanî herwiha got; “Bi kêmanî ew partiyên, ku di hikûmet û parlamentoyê de beşdar in, divê beşdar bin û yên din jî divê şêwir li gel wan were kirin. Ez bi şexsê xwe rêgir nînim li hember wê yekê ku ku hemû beşdar bin di civînê de, lê belê pênc alî temam bûye.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst