Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê got, “Em di wê baweriyê de ne ku hevdîtina bi Rêzdar Mesûd Barzanî, Rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Rêzdar Mezlûm Ebdî, Rêzdar Qubad û Bafil Talebanî re dê bi feyde be. Em her wiha dizanin ku ew dixwaze van hevdîtinan pêk bîne. Em dixwazin vê yekê jî bi raya giştî re parve bikin. Ev, daxwaza Rêzdar Ocalan e."
Endamên Lijneya Birêvebir a Navendî ya DEM Partiyê îro li navenda DEM Partiyê bi serokatiya her du hevserokan Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan li Enqereyê civiyan.
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê derbarê civîna Lijneya Birêvebir a Navendî, li navenda giştî ya partiyê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Avakirina komîsyonê li parlamentoyê
Doganê, di daxuyaniya xwe ya piştî civîna Lijneya Rêveber a Navendî (LRNA) de, bal kişand ser pêwîstiya avakirina komîsyoneke bi erkên taybet a li Parlamentoya Tirkiyeyê.
Doganê, bangî Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş kir ku "bikeve dewrê" û ji bo avakirina komîsyonê pêngavên şênber pêşniyar kirin.
Doganê got, "Ev însiyatîfeke gelekî hêsan e. Lê ji bo çareserkirina pirsgirêkeke gelekî giran, aloz û ku gelek can jê standiye, wê berpirsiyariyeke dîrokî bigire ser milê xwe"
Her wiha Doganê diyar kir ku berî parlamento bikeve betlaneyê, rayedarên partiyên siyasî dikarin bicivin û 'lûtkeyekê' pêk bînin.
Trafîka hevdîtinên siyasî yên berfireh didome
Berdevka DEM Partiyê Doganê ragihand ku ne tenê bi partiyên ku di Parlamentoya Tirkiyeyê de xwedî nûnertî ne, lê bi partiyên siyasî yên derveyî parlamentoyê re jî hevdîtin didomin.
Wê got ku ligel hevdîtinên bi AKP û MHPyê re, daxwazên partiyên muxalefetê yên "temasa rasterast, danûstandin û şefafiyê" jî hene.
Doganê bal kişand ser gotina "Pirsgirêka Kurd ne tenê pirsgirêka Kurdan e" û wiha pê de çû: "Tiştên ku me jiyîn, îspata vê yekê ye. Çareseriya demokratîk û aştî, pêdiviyeke siyasî, civakî û mirovî ye."
Serdana Îmraliyê
Doganê aşkere kir ku DEM Partiyê ji bo serdana Girava Îmraliyê amadekariyan dike û da zanîn ku wê serdan bi şandeyeke ji endamên Lijneya Birêvebir a Navendî ku hevserokên giştî jî di nav de ne, pêk were.
Wê her wiha armanca serdanê wekî "ji bo fêmkirina vê serdemê, vegotina wê û ji bo rêxistinbûneke bihêztir, hevdîtina rasterast" eşkere kir.
Doganê daxuyand, "Gelek muhtemel e ku di rojên pêş de Birêz Ocalan bi nûnerên partiyên siyasî yên cuda re jî bicive."
Daxwaza hevdîtinê bi Barzanî, Talebanî û Ebdî re
Berdevka DEM Partiyê amaje bi wê yekê kir ku Abdullah Ocalan bi rayedarên Başûr û Rojavayê Kurdistanê re bicive û got:
Em di wê baweriyê de ne ku hevdîtina bi Rêzdar Mesûd Barzanî, Rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Rêzdar Mezlûm Ebdî, Rêzdar Qubad û Bafil Talebanî re dê bi feyde be.
Em her wiha dizanin ku ew dixwaze van hevdîtinan pêk bîne. Em dixwazin vê yekê jî bi raya giştî re parve bikin. Ev, daxwaza Rêzdar Ocalan e.
Doganê tekez kir, "Hevdîtina wî (Ocalan) a bi lîderên partiyên siyasî yên cuda û kesayetên girîng re gelekî hêja ye. Ji bo pêvajoya pêş me jî pêwîst e".
Metna perspektîfê zemîneke berfireh a nîqaşê vekir
Doganê bal kişand ser wê yekê ku metna perspektîfê ya Abdullah Ocalan a pêşkêşî rêxistinê kiriye, ne tenê di nav PKKyê de, lê qadeke berfireh a nîqaşê vekiriye.
Wê metn wekî xebateke ku "raya giştî vedixwîne nîqaşê, derfetê dide gotin û şêwrê" pênase kir.
Doganê got, "Ji sosyalîzma reel heta mezhebperestiyê, derbarê qalibên rûniştî yên wekî perspektîfa jiyana hevpar de destdanîn hene. Raya giştî ya ku qada bandora wê gelekî berfireh e, ava bûye"
Ayşegul Doganê diyar kir ku ji bo nîqaş bi awayekî saxlem bimeşe, divê temasa rasterast were danîn.
Ji bo çareseriyê dema girtina rîskan e
Berdevka DEM Partiyê diyar kir ku ji bo bipêşveçûna pêvajoyê divê rîsk li ber çavan bên girtin û got:
"Hûn dîrokekê dinivîsin, serdemeke nû didin destpêkirin. Van rîskan tenê ew kesên ku wan didin ber çavên xwe, dikarin kêm bikin."
Ayşegul Doganê, ji bo ku pêvajo geş bibe, bal kişand ser gotina "divê bi her kesê pêwîst re temasa rasterast were danîn."
Doganê destnîşan kir ku divê rê li ber pêvajoyeke çareseriyê ya pirpartî û pirdengî were vekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse