HSDyê hêzên xwe ji Kampa Holê vekişandin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan HSD Kampa Holê Vekişîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) daxuyaniyek li ser Kampa Holê belav kir û ragihand ku hêzên wan ji kampê vekişiyane.

HSDyê diyar kir ku sedema vê biryarê "xemsariya civaka navneteweyî ya li hemberî dosyeya DAIŞê ye."

“Civaka navneteweyî berpirsyariya xwe neanî cih”

HSDyê di daxuyaniyê de got, "Ji ber xemsariya civaka navneteweyî ya li hemberî dosyeya DAIŞê û neanîna cih a berpirsyariyên xwe yên di vê mijara cidî de, hêzên me neçar man ku ji Kampa Holê vekişin."

Veguhestina hêzan

HSDyê her wiha eşkere kir ku ew hêzên xwe li herêmên din bi cih dikin û wiha pê de çû:

"Hêzên me ji nû ve li derdora bajarên bakurê Sûriyeyê hatin bicihkirin ku rûbirûyî metirsî û gefên zêde dibin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst