Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Konseya Birêvebir a KCKyê Mustafa Karasu, derbarê êrişên dawî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava bangeke lezgîn kir.
Karasu ev êriş wekî "komployeke navneteweyî" û "polîtîkaya nehiştina Kurdan" pênase kir û bang li Kurdan kir ku "bi ruhê berxwedana Kobaniyê" rabin ser pêyan.
Endamê Konseya Birêvebir a KCKyê Mustafa Karasu, derbarê êrişên giran ên hêzên birêvebiriya Şamê yên li ser Rojava daxuyaniyeke vîdeoyî belav kir.
Karasu destnîşan kir ku bipêşketinên li herêmê ne tenê Kurdên Rojava lê hemû gelê Kurdistanê hedef digirin û got ev êrişeke "komkujiyê" ye.
"Komplo li dijî wî gelî tê kirin ku ji bo mirovahiyê bûye barîkat"
Karasu di destpêka axaftina xwe de têkoşîna gelê Rojavayê Kurdistanê ya li dijî DAIŞê bi bîr anî û got:
"Ez bang li hemû gelê Kurd, hêzên demokrasiyê û hemû tevgerên şoreşger ên cîhanê dikim; niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li Rojava êrişeke giran li dijî gelê Kurd tê kirin.
Ev gel di salên 2014 û 2015an de li hemberî êrişên DAIŞê bi fedakarî li ber xwe da, ji bo mirovahiyê bû barîkat û bi dehan hezar şehîd û birîndar da.
Îro bi komployeke ku hêzên navneteweyî jî tê de ne, dixwazin vî gelî biperçiqînin û pergala demokratîk a ku wan ava kiriye birûxînin."
"Polîtîkaya nehiştina Kurdan ya ku ji Şêx Meqsûdê dest pê kiriye"
Karasu diyar kir ku armanca êrişan tunekirina Kurdan e û teqez kir ku ev pêvajo hewldaneke komkujiyê ye û wiha domand:
"Niha li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji Şêx Meqsûdê dest pê bike êrişeke “nehiştina Kurdan” heye.
Ev êriş ji bo hemû Kurdan êrişeke jenosîdê ye û xelkê me yê li her çar parçeyên Kurdistanê eleqedar dike.
Dixwazin îradeya gelê Kurd û daxwaza wan a azadiyê bişkînin."
"Divê gelê Bakur û Başûr bi ruhê Kobaniyê rabiwestin"
Mustafa Karasu bang li gelê Kurd kir ku bi her awayî li ber xwe bide û anî zimên:
"Gelê me yê li çar parçeyan divê rabe ser pêyan û bi şev û bi roj piştgiriyê bide berxwedana gelê Rojava.
Di serî de gelê Bakur û Başûrê Kurdistanê, divê her kes mil bide vê berxwedanê.
Gelê Rojava û ewladên wê bi dehan salan beşdarî têkoşîna her çar parçeyên Kurdistanê bûne.
Îro jî divê Kurd bi wî ruhê ku li Kobaniyê bi ser ket, li gel Rojava bin."
"Hovîtiya li Helebê asta êrişê nîşan dide"
Karasu bal kişand ser hovîtiya li qadê û bûyereke li Helebê bi bîr anî wiha pê de çû:
"Êriş hov û bêrûmet in. Me dît ku li Helebê cenazeyê jineke Kurd çawa hate avêtin lê Kurd bi dehan salan e berxwedaneke mezin nîşan didin.
Divê her kes, bi taybetî jin û ciwan hêzê bidin vê têkoşînê. Ciwanên Kurdistanê ji bo van rojan hene."
Banga ji bo gelê Ereb: "Nekevin nav lîstikan"
Karasu hişyarî da gelê Ereb jî ku neyên lîstika wan hêzên ku dixwazin gelan bixin qirika hev wiha got:
"Ez bang li gelê Ereb ê li Sûriyeyê jî dikim. Ereb, Kurd û Suryanî zêdetirî 10 salan e di nav aramî û biratiyê de jiyan.
Niha hinek hêz dixwazin Kurd û Ereban bixin dijberî hev. Ev rewşeke bêrûmet e.
Kurdan her tim penaberên ku ji şer direviyan mêvan kirin. Divê Ereban nekevin nav vê lîstikê; ev yek ne tenê zererê dide Kurdan, dê zirarê bide Ereban jî."
"Ji bo hêzên siyasî roja berpirsyariya dîrokî ye"
Karasu di dawiya daxuyaniya xwe de bangî partiyên siyasî û raya giştî ya navneteweyî kir û got:
"Berpirsyariyên dîrokî yên hêzên siyasî yên li her çar parçeyên Kurdistanê hene.
Divê bêyî hincetan piştgirî bidin têkoşîna li Rojava. Her wiha bang li hêzên demokrasiyê yên şoreşger ên cîhanê dikim; çawa ku di serkeftina Kobaniyê de para we hebû, îro jî rola xwe bilîzin.
Ez silav li gelê me yê berxwedêr dikim. Bijî Berxwedana Rojava."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse