Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Konseya Birêvebir a KCKyê Mustafa Karasu ragihand ku wan biryara fesixkirina PKKyê daye û şerê çekdarî bi dawî aniye lê hişyarî da ku eger gavên yasayî û siyasî neyên avêtin dê "pêvajo bixitime."
Yek ji damezrînerên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Mustafa Karasu, derbarê rewşa pêvajoya çareseriyê ya sala 2026an, qonaxa piştî biryara fesixkirina PKKyê û bendewariyên ji Parlamentoya Tirkiyeyê ji ANFyê re axivî.
Karasu tekez kir ku "PKK hatiye fesixkirin û şerê çekdarî hatiye bidawîanîn" û diyar kir ku ji bo mayîndebûna pêvajoyê divê gavên hiqûqî û siyasî bên avêtin.
Mustafa Karasu anî ziman ku çareseriya pirsgirêka Kurdan û demokratîkbûna Tirkiyeyê bi hev ve girêdayî ne û ji bo civakbûna pêvajoyê divê hemû alî berpirsyariyê bigirin ser xwe.
Karasu, bi taybetî bal kişand ser helwesta CHPyê û rêziknameyên yasayî yên ku li parlamentoyê têne çaverêkirin û bang kir ku ji bo pêvajo nekeve xitimandinê divê derbasî "qonaxa duyem" bibin.
"CHP derfeteke dîrokî ji dest dide"
Karasu amaje bi rola dîrokî ya CHPyê ya di pirsgirêka Kurdan de kir û nakokiya di navbera gotin û pratîka partiya mixalefeta sereke de rexne kir.
Karasu diyar kir ku baskê "înkar û neteweperest" ê di nava CHPyê de meylên demokratîk bi paş ve dibe û got:
"CHPyê demên dawî ji bo wergirtina piştgiriya gelê Kurd behsa çareseriyê kir lê di qonaxa helwesta şênber de meylên paşverû yên di nava wê de derketin holê.
Eger CHPyê di pirsgirêka Kurdan de helwesteke çalak û rast nîşan bidaya, dê bibûya alternatîfeke rastîn a desthilatê.
Eger di serdema pêş de roleke erênî nelîze, dê gotinên wê yên demokrasiyê baweriya xwe bi temamî winda bikin."
"PKK hat fesixkirin, statuya hiqûqî şert e"
Mustafa Karasu bi bîr anî ku qonaxa leşkerî li pey maye û PKKyê hebûna xwe ya rêxistinî bi dawî kiriye û gerîla ji herêmên şer vekişiyane.
Karasu tekez kir ku divê ev gavên radîkal di asta dewletê de xwedî bersiveke siyasî û hiqûqî bin û got:
"Me biryara fesixkirina PKKyê û bidawîanîna şerê çekdarî da. Niha divê Tirkiye vê pêvajoyê bibe zemîna siyasî û yasayî.
Divê rewşa yasayî ya kesên çek danîne û kadroyên berê yên PKKyê zelal bibe, derxistina yasayên ku rê bidin ew bi awayekî azad siyasetê bikin şert e. Heke na pêvajo dixitime."
Rewşa Ocalan û "Mafê Hêviyê"
Karasu diyar kir ku başkirina şert û mercên fîzîkî yên Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan ku wekî mixatabê sereke yê pêvajoyê dibînin û dabînkirina derfeta xebata azad ji bo "qonaxa duyem" neçarî ye.
Karasu li ser mijara "Mafê Hêviyê" ya ku Devlet Bahçelî anîbû ziman jî wiha got:
"Rêber Apo 27 sal in di esaretê de ye. Biryara 'Mafê Hêviyê' ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jixwe li gorî destûra Tirkiyeyê ferzeke hiqûqî ye ku divê were bicihanîn.
Divê yasaya taybet a ku ji Meclisê derdikeve Rêber Apo jî li xwe bigire. Rêziknameyeke ku wî li derve bihêle pêvajoyê bi ser naxe."
"Divê Meclis têgihiştina xwe îsbat bike"
Karasu bal kişand ser xebatên komîsyona ku li Parlamentoya Tirkiyeyê hatiye avakirin û rapora ku MHPyê amade kiriye û diyar kir ku ew li bendê ne zincîreyeke yasayan a li gorî ruhê "Banga 27ê Sibatê" were rojeva parlamentoyê.
Karasu parast ku parlamento di dîrokê de di pirsgirêka Kurd de roleke "înkarê" lîstiye û got ku ev qonax firsendeke "paqijkirin û çareseriyê" ye.
Karasu got, "Meclisê heta niha di pirsgirêka Kurd de roleke neyînî lîstiye.
Em vê qonaxê wekî qonaxa îsbatkirina rûşta siyasetê û Meclisê dibînin.
Eger ev pirsgirêka dîrokî bi destê Meclisê neyê çareserkirin, baweriya bi saziyên siyasî yên li Tirkiyeyê bi temamî winda dibe."
Karasu herî dawî diyar kir ku bingeha çareseriyê diyalektîka dîrokî ya têkiliyên Tirk-Kurdan e ku ji sala 1071ê ve didome û got, çareseriya "Neteweya Demokratîk" di berjewendiya her du gelan de ye û eger îradeya siyasî dest ji polîtîkayên înkarê yên sed salî berde aştî di demeke kurt de dikare pêk were.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse