Coşa Newrozê li her çar aliyên Kurdistana Mezin

20-03-2022
RÛDAW
Newroz, cejna neteweyê Kurd…
Newroz, cejna neteweyê Kurd…
Nîşan Newroz Kurdistana Mezin Cejna Newrozê Netewa Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Newroz, cejna neteweyê Kurd… Salane ligel hatina biharê, li seranserê Kurdistana Mezin (Bakur, Başûr, Rojhilat, Rojava û Kurdistana Sor) ahenga Cejna Newrozê tê sazkirin.

Li hemû navçeyên Kurdistana Mezin, bi awayekî amadekarî dibin û welatî kêfxweşiya xwe derdibirrin.

Lê tenê li Başûrê Kurdistanê bi azadî û bi bê danîna ti sansorekê û sînorekî ew bîranîn tê kirin.

Ji dema ku Kurdistana Mezin hate dabeşkirin, bibîranîna Newrozê ji aliyê wan hikûmetan ve hatiye qedexekirin ku Kurdistan bi ser wan de hate dabeşkirin.

Li Rojhilatê Kurdistanê, her çiqasî bi yasayê ew bîranîn nehatiye qedexekirin, lê di serdema paşayetiyê de, ew bîranîn hinekî azad bû, lê piştî serkeftina Komara Şoreşa Islamî, bîranîna Newrozê hate sînordarkirin û rêgirî li ber kombûn û ahengên mezin têne kirin. Tevî berbestan jî, welatî agirê Newrozê pêdixin û ahengan digerînin.

Resûl Selîmî, Rojhilatê Kurdistanê, dibêje, “Diçûn mezra, kur û keç têkel dibûn govend girêdidan, rêgirî nebû, wek ku tê bîra min rêgirî nebû. Lê niha heye, em nikarin Newrozê bikin.”

Amîne Azermêhrî, Rojhilatê Kurdistanê, dibêje, “Êvariya Newrozê me xwe ciwan dikir, destên xwe hine dikir û li kûçe û kolanan digeriyan.”

Li Kurdistanê, bi agirdadan û aheng û dîlanan pêşwazî li yekem roja sala nû tê kirin.

Li Rojavayê Kurdistanê, ew bîranîn qedexekirî bû, lê welatî rijd bûn li ser wê yekê ku bîranînê bikin. Hikûmeta Sûriyê ya wê demê, di naverasta salên heştêyan de, ji sedsala bûrî, ahenggêrana Newrozê qedexe kir. Li beramber vê biryarê nerazîbûna welatiyên Kurd derket êdî li ber Koşka Komarî kom bûn, û bi teqeya hêzên Pasevanên Komarî,  Silêman Adê şahîd bû, ku piştre bi yekem şehîdê Newrozê hate naskirin. Piştî wê bûyerê, Hafiz Esed, serokomarê wê denê yê Sûriyê, roja Newrozê kire (Cejna Dayikê), ji bo ku bibe bêhnvedana fermî.

Piştî sala 1986an ve li Rojavayê Kurdistanê bîranîna Newrozê hate kirin, lê ne bê berbest û qurbanî bû.

20ê Adara 2008an, hêzên hikûmeta Sûriyê, teqe li ahengeke cemawerî kir, li Qamişlo û sê ciwanên Kurd şehîd bûn.

20ê Adara 2015yan jî, 2 çekdarên xwekuj ên DAIŞê, ahengeke cemawerî li bajarê Hesekê kire armanc û xwe û 2 otomobîl tê de teqandin, bi sedema wê jî bêhtir ji 50 welatiyên sivîl şehîd bûn û nêzîkî 100 kesên din jî birîndar bûn. Aniha jî ji aliyê grûpên çekdar ve astengî ji bo ahenggêrana Newrozê dirust dibin.

Ednan Murad, Rojavayê Kurdistanê, dibêje, “Agirê Newrozê li bi dehan cihan dihat pêxistin. Li Helebê, Şêx Meqsûd… li her derekê Newroz dihat kirin, milet bi deh hezaran kom dibû û cejna xwe pîroz dikirin, rihetiyek hebû. Piştî ku hikûmeta Tirk û çekdar hatin (Newroz) qedexe kirin.”

Piştî ku sala 2010an Neteweyên Yekbûyî, roja 21ê Adarê bi Roja Cîhanî ya Cejna Newrozê nasand, bibîranîna Newrozê li Tirkiye, Îran û Sûriyê hinekî asayî bûm ji ber ku niha ew welat jî di hewlê de ne ku Nbewroz weke cejna neteweyî ya xwe binasînin.

Mezintirîn aheng ji bo pêşwazîkirinê li yekemîn roja sala Kurdî, li Bakurê Kurdistanê tê sazkirin…

Newroza yekmilyonî li Amedê mezintirîn ahenga cemawerî ye li Kurdistanê.

Li Başûrê Kurdistanê jî, bo sedema şoreşê, berdewam rêgirî li ber ahenga Newrozê hate kirin.

Di salên 20an de ji sedsala bûrî, yekem car bû aheng û agirdadan hatin kirin ib sembola Newrozê û tevlî peyama siyasî bû.

Ebdulla Agirîn, Mamosteyê Zanîngehê, dibêje, “Newroz di wê serdemê de remza xebat û têkoşînê bû. Taybet xwendekar… ew ên di Newrozê de cilên Kurdî li ber bûn, wek têkoşer dihatin dîtin, di rastiyê de jî têkoşer bûn, ji ber ku rûbirûyê wê hêza veşartî ya li dijî xwesteka gelê Kurd bûn.”

Li  gorî Rêxistina UNESCO, bêhtir ji 300 milyon kesî li cîhanê bîrannîa Newrozê dikin. Wê rêxistinê di sala 2019yan de, Cejna Newrozê xiste lîsta kultûra rewşenbîrî ya nemaddî p bêhtir ji 11 netewe jî ahnega wê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst