Rayedarên payebilindên Başûr û Rojavayê Kurdistanê civiyan

20-05-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Başûrê Kurdistanê Hewlêr Hemîd Derbendî Rojavayê Kurdistanê TEV-DEM Aldar Xelîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro li Hewlêrê hevdîtinek di navbera Berpirsê Dosyaya Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê yê li Dîwana Serokatiya Kurdistanê Dr. Hemîd Derbendî û Hevserokê TEV-DEMê Aldar Xelîl de çê bû.

 

Di vê hevdîtinê de behsa rewşa Rojavayê Kurdistanê û dîtina riyên çareserkirina pirsgirêkên di navbera Encûmena Niştimnaiya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de hate kirin.

 

Li gor zanyariyên Rûdawê yên piştraskirî, ew hevdîtin li ser daxwaza TEV-DEMê hatiye kirin.

 

Yek ji mijarên sereke yên hevdîtinê ew mijar bûye, mijara vekirina ofîsên ENKSê li Rojavayê Kurdistanê bûye, ku di civînê de tekezî li ser hatiye kirin, ku pêwîst e bê gotûbêj û şert û mercan, ji aliyê TEV-DEMê ve were çareserkirin.

 

Herwiha, azadkirina girtiyên siyasî, rakirina astengiyên li pêşiya xebatên ENKS û serbestkirina çûn û hatina serkirdeyên wê encûmenên di navbera Başûr û Rojavayê Kuridstanê mijarên din ên hevdîtina her du rayedarên payebilind ên Başûr û Rojavayê Kurdistanê de bûne.

 

Li aliyê din serkirdeyê TEV-DEMê Aldar Xelîl ji Rûdawê re ragihand, ku armanca hevdîtina wî ligel Hemîd Derbendî, nêzîkkirina aliyên Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst