Hewraman (Rûdaw) – Di meha Remezanê de gelek şîranî tê xwarin. Li herêma Hewraman a Başûrê Kurdistanê jî hemwelatî şîrêniyên taybet çêdikin. Hewramî di şîraniyên xwe de li cihê şekir tû û li cihê rûnê jî gûzan bikar tînin.
Şênê Adem mamoste ye û derbarê çêkirina şêraniyên hewramî de dibêje: “Em berhemên xwemalî yên weke gûz, hijîr û tû bikartînin. Niha werzê tû ye, lewma di şêraniyan de tû bikar tê. Em tûyan tevlî gûz û qizwanê dikin û şêraniyê çêdikin. Ji vê şêraniyê re Lepare tê gotin.”
Tû bi terî û hişkî jî tê xwarin. Herwiha doşava tû jî tê çêkirin. Ji bo çêkirina doşava tû dem û westiyaneke zêde pêwîst dike. Ji 4 kîlo tû, kîloyek doşavê derdikeve.
Hevnîştîmaniya bi navê Medîne Ebdurehman diyar dike: “Doşava tû 3 sal din jî xira nabe. Zarok ji şîraniyên amadekirî hez dikin lê em hez ji van curan dikin.”
Curekê din ê şîraniyê jî bi gunciyê tê çêkirin. Şênê Adem dide zanîn, ku ew berawirdê bazar, kêm şekir bikar tînin. Herwiha doşava tû dixin nav gunciyên xwe şêraniyê çêdikin. Tama vê şîraniyê xweştir û tendurustir e.
Nêzîkî 10 cureyên şîraniya Hewramiyan heye. Li gorî werz û demên cuda yên sale, şêweyê şîraniyan jî tê guhertin. Lê zehmet e ku hemû malbat bizanin van 10 curên şîraniyê çêbikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse