Bedlîs (Rûdaw) - Tirkye û Bakurê Kurdistanê bûye riya tiransît bo kesên dixwazin xwe bigihêjin welatên Ewropa , ji ber wê penaberên Efxanî û Pakistanî hewl didin bi rêya Tirkiyê derbasî Ewropa bibin, gelek ji wan nikarin derbas bibin û li Tirkiyê dimînin , ew dibêjin dixwazin li Tirkiyê kar bikin lê kar nîne ji ber ku ti belgenameyeke wan a fermî nîne , beşek ji wan dibêjin ku ew bêhtir ji 2 mehan dibe serê xwe neşûştine.
Ji ber şer û pevçûn û hejarîyê rojane nêzîkî 400 penaberên Efxanî, Pakistanî û Bangladeşî bi rêya kaçak di ser Îranê re xwe digihînin Wanê, ji wir derbasî Tetwana bi ser Bedlîsê ve ji wir jî xwe digihînin metropolên Tirkîyê.
Îro 20 Hezîranê Roja cîhanî ya Penaberan e. Di vê rojê de li navçeya Tetwana li termînala otobosên nav bajarî de bi dehan penaberên Efxanî, Pakistanî û Bangladeşî bi armanca xwe bigihînin metropolên Tirkîyê di şert mercên gelek xirab de dijîn û ew li hêviya çarenûsekine.
Her çend ew pêkhateyên çîrokên ji hev cudatir bin jî rêya wan heman rê ye, qeder û kedera wan di rêwîtiya ber bi rojê ve gihîştîye hev.
Koçberê Efxanî Nûrûllah Hisênî dibêje: “Em ji bo bixebitin tên vira. Li Efxanîstanê şer heye, bêkarî zêde ye, feqîrî zêde ye em ji tên bixebitin û debara xwe bikin. Heke li Efxanîstanê şer tuneba, karê me heba çi karê me li vir hebû,vayê mehekê me xwe neşuştiye em mecbûr in û hatine bixebitin.”
Efxanîstan ku serjimara wê nêzî 39 milyon e û çîroka penaberiyê ya ji wî welatî bi dagirkirina Rûsyaya Sovyet ya di sala 1979an de destpê kiriye. Ji wê rojê vir ve jî ji ber şer û pevçûnên navxwe û hejariyê bi milyona welatiyên wir bûne penaber. Li gor amarên netewên yekbûyî 2.65 milyon Efxanî di nav Efxanîstanê de bûne aware û 2.7 milyon Efxanî ji bûne penaner û li dinyayê belav bûne.
Mamoste, çalakvan û koçber Sînan Kiranşal jî got: “Rojane 400-500 penaber tên, yê ku em dibînin evqas in, yê ku em nabînin belkî hêj zêdetir be jî. Di kavilan de, di binê pireyan de li termînala Tetwan de şev û roj disekinin û paşê bi awayek rêya xwe dibînin diçin bajarên Anatolyayê, diçin Stenbolê. Em niha bang li dinyayê dikin û dibêjim êdî bes e, şer nekin, dinya têra me hemûyan heye û ji me re zêde ye lê belê zalim zehf in. Xwedê stûyê zaliman bişkîne. Xwedê firsende nede wan. Yanî ji Pakîstanê, ji Efxanîstanê, ji Bangladeşê tukes ji kêfa xwe ji mala dernakeve hemû ji mecburiyetiyê ye.”
Penaberên ku ji Efxanîstanê dikevin rê bi qaçaxî derbasî Pakîstanê, di wir re Îran di Îranê re Wan, ji Wanê Tetwan ji Tetwanê jî li metropolên Tirkiyê belav dibin. Tirkiye ji bo penaberên Efxani rêyek transît a ji bo çûyîna Ewropayê ye û gelek caran di rêwîtî ya wan de mirin rehavalî bi wan re dike û ew nagihîjin tu rawestgehek xeyalên xwe jî.
Koçberê Efxanî Nîmet Mûradî jî got: “Li Efxanîstanê şer heye, em ji feqîr in, bê keys in tenê armanca me ewe,em dixwazin li Stenbolê li Enqerê bixebitin pere qezenc bikin û ji maşbata xwe re bişînin.”
Penaberekî din ê Efxanî jî got: “Min ji dixwest ez li welatê xwe bixwînim, bixebitim lê şert û mercên welatê me ne guncav in. Mecbûr im ku bihatama.”
Li gor amarên Netewên Yekbûyî di dawiya 2020an de hejmara penaberan li seranserî cîhanê gihiştiye zêdetirî 82 milyonî û piştî Surî penaberên li seranserê cîhanî herî zêde ji Efxanîstan, Venezûela, başûrê Sûdanê û Myanmarê ne.Het waha li giştî dinyayê 48 milyon însan jî di nav welatên xwe de bûne aware.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse