Dêrsim (Rûdaw) – Dayîkên Qizilbaş (Elewî) yên endamên ocaxan li Dêrsimê ji bo parastina çand, bawerî û rola xwe ya di Elewîtiyê de civiyan û got, “Di baweriya me de rola jinan hatiye paşguhxistin.”
Encûmena Jinan a Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) bi dirûşma “Heqîqet Rêya Esasî ye” komxebateke bi navê “Komxebata Dayîkan” saz kir.
Di komxebata ku 2 rojan li gundê Marçîkê yê parêzgeha Dêrsimê berdewam kir de, jinan qala pirsgirêkên ku baweriya Elewîtiyê û sîstema ocaxan tê de derbas dibin kir û wan bal kişand ser rola dîrokî ya jinan a di nava Elewîtiyê de.
Hevseroka Giştî ya Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) Kadriye Doganê li ser komxebatê got:
“Me dît ku baweriya Rêya Heq bi rêya ocaxan rûbirûyê metirsiya tunebûnê ye.
Bi nêrîna me, yên ku dikarin vê metirsiyê ji holê rakin, têkoşîna jinan a îro û hevgirtina jinên ocaxzade yên Elewî ne.
Me dît ku gotinên jinan û karên ku divê bikin hene û di vî warî de gelekî bi kelecan in.”
Jinên beşdar diyar kir ku di baweriya Elewîtiyê de jin her tim xwedî roleke sereke bûye lê salên dawî ev rol ji aliyê mêran ve hatiye paşguhxistin.
Lewma ew dixwazin careke din di baweriya xwe de wekî berê xwedî gotin û biryar bin.
Elîf Hurustana ji Ocaxa Baba Mansur jî diyar kir:
“Dema ev mijar tên rojevê, dibêjin, em cih didin jinan.
Lê cih nadin me, ev yek li ber çavan e. Tenê di gotinê de heye.
Eger cih bidin me, em dê bi hev re bihêztir bibin û li ser pêyan bisekinin.”
“Em dê vê rêyê fêrî zarok û gelê xwe jî bikin”
Dayîka Qizilbaş Sakîne Cevahîrê anî zimên:
“Di dema pîr, bapîr û kalên me de, dayîk taca serî bû, cihê jinan ji yê pîr jî rêzdertir bû.
Lê çawa sal derbas bûn, ev yek ji holê rabû. Mêr wisa tevdigerin wekî ku jin tunebin.”
Li gel van rexneyan, Dayîkên Qizilbaş dibêjin ku ew dê nehêlin baweriya wan winda bibe û tekeziyê li ser rola xwe dikin.
Dayîka Qizilbaş Menşure Doganê jî got:
“Îro li vê derê her kesî fikra xwe got. Çi di dilê wan de hebû anîn ziman.
Elewîtî winda nabe, em dê vê rêyê ku Rêya Heq e bidomînin.
Em dê vê rêyê fêrî zarok û gelê xwe jî bikin.”
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û gelek nûnerên sazî û partiyên siyasî jî di nav de hejmareke zêde ya jinan beşdarî komxebatê bûn.
Ev xebata dayîkan a li Dêrsimê ji bo vejandin û bihêzkirina rola jinan a di nava civaka Qizilbaş de û parastina baweriya wan a qedîm wekî gaveke girîng tê dîtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse