Hewlêr (Rûdaw) - Kur û keçên Kurd xwe ji bo heftiya nimayişa cilûbergan li Hewlêrê amade dikin. 300 kur û keçan navê xwe weke nimayişkarên cilûbergan di vê eventê de tomar kirine.
Biryar e di destpêka meha bihê de heftiya niyamişa cilûbergan a Kurdistanê li Hewlêrê birêve biçe.
Tora Medyayî ya Rûdawê take sponsorê medyayî ya heftiya nimayişa cilûbergan a li Herêma Kurdistanê ye. Ji wan kesên ku navên xwe tomar kirine, dê 80 Keç û kur ji her çar parçeyên Kurdistanê, Ewropa û Amerîka bo nimayişkirina cilûbergan têne hilbijartin.
Serpireştên projeyê dibêjin, ku dê li gor pîvanên cîhanî yên bejn û giraniyê, nimayişkar bênr hilbijartin.
Ev yekemîn car e ku li Herêma Kurdistanê heftiya nimayişa cilûbergan a li Kurdistanê birêve diçe. Di vê eventê de 35 dîzayner berhemên xwe di dema 3 rojan de nîşan didin
Serpireştê projeyê, Periya Pûrmuzeferî ji Rûdawê re ragihand: “Di rastiyê de ev event gelek giring e û yekem car e jî ku tişteke wiha (li Kurdistanê) tê birêvebirin û ji ber wê jî ku piraniya ew xwebexşên bi me re beşdar dibin, ezmûneke wan nîne, lewma pêwîst e em berê hemû tiştî fêrî wan bikin.”
Periya Pûrmuzeferî dibêje: “Hemû ew keç û kurên ku daxwaza beşdariyê kirine, di nava sed kesan de, me 25 heta 30 kesan hilbijartiye û me rahênan pê kirine, çimku em nikarin ti kêşeyekê qebûl bikin bo eventê. Gelek giring e û hemû kes divê xûla fêrkariyê bibînin bo vê babetê, û heta niha jî me çawan xwastiye, wisa çûye pêş.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse