Hewlêr (Rûdaw) - Li Keleha Heranê ya dîrokî xebatên kolanê 10 sal in berdewam in.
Li Keleha Heranê ya li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, hejmara karkerên kolanê ji 12 kesan bû 70 kes.
Di xebatên 10 salan de heta niha ji serdema Împaratoriyeta Romayê ya Rojhilat heta Dewleta Eyûbiyan gelek berhemên dîrokî hatin dîtin.
"Em dê di nava salek û sal û nîvekê de temam bikin"
Akademîsyenê Beşa Şûnwarnasiyê ya Zanîngeha Heranê Prof. Dr. Mehmet Onal anî ziman:
“Karê me yê ku bi tîma berê re dê bi salan berdewam bikira, em dê bi tîma nû di nava salek û sal û nîvekê de temam bikin.
Koşka Kelehê, Mizgefta Mezin a Heranê, rêya geştyaran û pir dê bêne temamkirin.”
Piştî temambûna xebatên kolanê dê Keleha Heranê ji serdana geştyaran re bê vekirin.
Akademîsyenê Beşa Şûnwarnasiyê ya Zanîngeha Heranê Prof. Dr. Mehmet Onal got:
“Geştyar dê berê li ser xendekan pireke textî bibînin û di ser re derbasî qata duyem bibin.
Piştre dê li galeriyê bigerin. Li qûle û hemama koşkê bigerin.”
Keleha Heranê ya sêqatî û xaniyên Heranê yên ku bi axê hatine lêkirin sala 2000an ketine Lîsteya Mîrata Çandî ya UNESCOyê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse