Li Amedê di xwarina aştiyê de pevçûn: 12 kes birîndar bûn

20-08-2023
RÛDAW
Li Amedê di xwarina aştiyê ya malbatên dijmin de pevçûn derket / Wêne: AA
Li Amedê di xwarina aştiyê ya malbatên dijmin de pevçûn derket / Wêne: AA
Nîşan Amed Xwarina Aştiyê Pevçûn Bismil
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bismilê ya Amedê du malbatên ku ji ber revandina keçikekê bûbûn dijmin, ji bo ku li hev werin li ser sifreya nanê aştiyê civiyan.

Wan di civîna aştiyê de bi çekan şer kir û 12 kes birîndar bûn.

Parêzgarê Amedê Alî Îhsan Su ragihand ku li navçeya Bismilê, ji ber revandina keçikekê di navbera du malbatan de neyartî hebû.

Alî Îhsan Su diyar kir ku ji bo lihevhatina malbatan xwarina aştiyê hat dayîn û her du alî li ser sifreyekê civiyan.

"12 welatiyên me bi çekan birîndar bûne"

Su da zanîn ku malbatan li ser sifreyê li hev nekir û wan bi çekan şer kir û got:

"Mixabin 12 welatiyên me bi çekan birîndar bûne. Hêzên me yên asayîşê tedbîr wergirtine.

Derbarê bûyerê de lêkolîn berdewam dike."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst