Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Melikşahê yê parêzgeha Îlamê di qezayeke trafîkê de 2 kes mirin û 2 kes jî birîndar bûn.
Qeza ber destê sibehê li nêzîkî Tunela Kebîr Kuhê ya bajarê Melikşahê yê parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê çêbû.
Welatiyekî ji Rûdawê re ragihand, otomobîlek ketiye newalekê û di encamê de 2 rêwiyên tê de mirine.
Li gorî gotina wî welatiyî, 2 kesên din jî birîndar bûne û birînên wan giran in.
Wî welatiyî her wiha da zanîn ku tîman termên miriyan birine Tiba Dadî û birîndar jî rakirine Nexweşxaneya Îlamê.
Li gorî Tiba Dadê ya Îranê ji 21ê Adara 2024an heta 21ê Adara 2025an li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 20 hezar û 45 kes di qezayên trafîkê de mirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse