Bafil Talebanî: Zû ji xewê rabin werin deng bidin

20-10-2024
RÛDAW
Nîşan Bafil Talebanî Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê Dengdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî dengê xwe da û got, "Zû ji xewê rabin, werin dengê xwe bidin."

Dengdana giştî ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê dest pê kir.

Welatiyên Herêma Kurdistanê îro diçin ser sindoqan û dengê xwe didin.

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî li Dibistana Rewşen Bedirxanê ya Silêmaniyê dengê xwe da.

Bafil Talebanî piştî dengdanê bangî dengderan kir û got:

"Hevalên ezîz ên xelkê Kurdistanê, werin deng bidin, zû ji xewê rabin zû."

Di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de mafê dengdanê yê 2 milyon û 654 hezar û 169 kesan heye.

Dengdana giştî ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê saet 07:00an dest pê kir û dê saet 18:00an bi dawî bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

YPJyê li ser jinên dîl daxuyanî da / Wêne: Rûdaw Grafîk

YPJyê li ser jinên dîl daxuyanî da

YPJyê diyar kir ku ji kiryarên çekdarên êrişkar ên li dijî jinên esîr ên birîndar Tirkiye berpirsyar e