PDKyê bangî Kerkûkiyan kir: Bi dengên xwe nasnameya bajêr biparêzin

11-11-2025
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Dengdan Hilbijartin Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serpereştê Ofîsa Rêxistinê ya Kerkûk-Germiyanê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) got, “Îro roja selmandina nasnameya Kerkûkê û roja parastina vî bajarî ye, divê Kurdistanî bi dengên xwe nasnameya Kurdistanîbûna Kerkûkê biparêzin.”

Serpereştê Ofîsa Rêxistinê ya Kerkûk-Germiyanê ya Partiya Demokrat a Kurdistanê Umed Sebah li ser dengdana li Kerkûkê di konferanseke rojnamegeriyê de axivî.

Umed Sebah got. “Li gorî hilbijartinên berê, heta nîvro rêjeya dengdanê kêm bû lê piştî nîvro rêjeya beşdariyê hinekî zêde bû, her çend hîn jî ne li gorî pêwîst be.”

Umed Sebah her wiha diyar kir, “Heta saet 12:00ê nîvro me heşt gilî tomar kirine.

Yek ji gilînameyan jî pêwendîdarî wê binpêkariya ku li hemberî Alaya Kurdistanê hatiye kirin bû ku nayê qebûlkirin.”

"Roja parastina Kerkûkê ye"

Sebah da zanîn ku ji 2005an ve Kurdan karîbûn bi bidestxistina dengên piraniyê, nasnameya Kurdistanîbûna Kerkûkê biparêzin û got:

“Niha roja parastina Kerkûkê ye û divê welatî bi riheke berpirsiyar biçin ser sindoqên dengdanê û dengê xwe bidin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst