Li Kerkûkê qeza, 2 jin mirin

20-10-2025
RÛDAW
Cihê qezayê\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Cihê qezayê\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Kerkûk Qezaya Trafîkê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro li ser rêya Kerkûkê qezayeke trafîkê çêbû û di encamê de du keçan canê xwe ji dest da.

Nûçegihanê Rûdawê yê Kerkûkê Herdî Mihemed ji cihê bûyerê ragihand ku cureya wê otomobîla ku qeza kiriye Hyundai Accent e û du keçên Kurd tê de bûne.

Li gorî agahiyên ku Herdî Mihemed dane, ew her du keçên Kurd şêniyên Taxa Şorawayê ya Kerkûkê ne.

Navê şofêrê Niyan Serdar e û sala 2004an ji dayîk bûye. Navê rêwiya din heta niha nehatiye zanîn.

Li gorî şahidan, otomobîl "gelekî bi lez diçû" û li tankereke şaredariyê daye ku wê demê şitilên li ser rê av didan.

Şahidekî qezayê ji Rûdawê re got, "Otomobîl gelekî bi lez dihat, şofêr nikarîbû otomobîlê kontrol bike û li tankerê da.

Karkerê ku şitil av didan û li cem tankerê bû xwe rizgar kiriye û rewşa wî baş e."

Li gorî agahiyên Rûdawê, di nava mehekê de nêzîkî 10 qezayên trafîkê li ser rêya bazneyî ya Kerkûkê çêbûne û bûne sedema mirinan.

Yek ji wan sedeman jî ew e ku li ser wê rêyê ti kamerayên lezê nehatine danîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst