ÎYÎ Partî: Welatiyên me li Bexdayê ne girtî, ‘rehîn’ in

20-11-2025
Mihemed Emin Demir
Nîşan ÎYÎ Partî Hakan Şeref Olgun Hakan Fîdan Îraq Bexda
A+ A-

 Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Serokê ÎYÎ Partiyê Hakan Şeref Olgun, di civîna budceya Wezareta Karên Derve de, pirsa welatiyên Tirk ên li Bexdayê girtî ne, ji Hakan Fîdan kir û îdia kir ku ew wekî ‘rehîn’ tên girtin.

Li Komîsyona Plan û Budceyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê li ser budceya Wezareta Karên Derve gotûbêj hatin kirin û Hakan Fidan jî di civînê de amade bû.

Alîkarê Serokê ÎYÎ Partiyê û Parlamenterê Afyonkarahisarê Hakan Şeref Olgun di civînê de ragihand ku hinek welatiyên Tirkiyeyê bi salan e li Bexdayê girtî ne.

Parlamenterê ÎYÎ Partiyê îdia kir ku her çend Dadgeha Îraqê biryar daye jî, ew radestî Tirkiyeyê nayên kirin.

Di Tîrmeha 2025an de, 8 girtiyên welatiyên Tirkiyeyê ji Rûdawê re nameyek şandibûn û daxwaza alîkariyê kiribûn.

Şeref Olgun ji Hakan Fidan xwest ku rewşa welatiyên Tirkiyeyê yên li Bexdayê girtî ne bên zelalkirin û bi taybetî bal kişand ser rewşa welatiyê bi navê Suleyman Surmelî.

"Welatiyekî Tirk wekî rehîn tê girtin"

Hakan Şeref Olgun her wiha got,"16 meh in welatiyekî Tirk li Îraqê hatiye girtin, navê wî Suleyman Surmelî ye.

Ew ji sala 2020an ve li Îraqê wek endezyar kar dike.

Di 26ê Tîrmeha 2024an de, Înterpolê ew li ser bingeha biryareke neyasayî ya Dadgeha Hatayê û ji ber sûcekî ne bi qestî girt.

Dadgeha Îraqê di 31ê Kanûna 2024an de biryara radestkirina wî ya ji bo Tirkiyeyê dide.

Ew bi xwe jî dibêje, ‘ez dixwazim vegerim welatê xwe’ lê dosyeya wî heta niha li Wezareta Karên Derve ya Îraqê hatiye girtin.

Eger radestî Tirkiyeyê bê kirin dê heman rojê bê berdan.

Ji ber ku eger ji dosyeya xwe cezayê wergire jî, wî cezayê xwe temam kiriye û di dosyeya wî de kesekî din ê girtî jî nîne."

"Tirkiye ji kê ditirse?"

Olgun pirsên xwe rasterast ji Hakan Fîdan kirin û got:

"Di demekê de ku welatiyekî Tirk di girtîgeha welatekî din de wekî rehîn tê girtin, Komara Tirkiyeyê çi dike?

Pirs hêsan e, kî û ji bo çi van mirovan digire? Tirkiye ji kê ditirse? Ez niha ji vir bi awayekî eşkere dipirsim û bila Birêz Wezîr bersivê bide:

  • Ma Îraq welatiyên Tirk ji ber îdiayên DAIŞê wekî bazareke siyasî bi kar tîne?
  • Hûn dibêjin Tirkiye rêberê cîhanê ye û li Rojhilata Navîn aktorê sereke ye, wê demê Tirkiye çima nikare vî welatiyê xwe ji Îraqê wergire?
  • Gelo wekî ku ji mirovên wî kesî re hatiye gotin îdiaya ku 'Tirkiye tawanbarên DAIŞê radest nake, ji ber wê jî Îraq Suleyman radest nake' rast e?"

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst