Çav li ser Komîsyonê ne: Helwesta MHPyê hêviyan zêde dike

20-11-2025
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Mîtat Arslan û Aydin Altaç\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Mîtat Arslan û Aydin Altaç\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan ÎYÎ Partî Hakan Şeref Olgun Hakan Fîdan Îraq Bexda Gîrtîgeha Îmraliyê Devlet Bahçelî MHP Pêvajoya Çareseriyê AK Partî
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Tê payîn ku Komîsyona Parlamentoyê sibê biryara çûn an neçûna Îmraliyê bide û AK Partiyê jî di vî warî de helwesta xwe zelal kir.

Serokê Koma AK Partiyê Abdullah Guler diyar kir ku ew li gel wê yekê ne ku Komîsyon biçe Îmraliyê û dê di dengdana Komîsyonê de dengê “erê” bidin.

Li aliyê din daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî yên li ser çûna Îmraliyê li Amedê jî deng vedaye.

Komîsyona Parlamentoyê dê sibê saet di 14:00an de bicive û biryara xwe ya dawî bide.

Gotinên Devlet Bahçelî yên ku gotibû "eger Komîsyon neçe, ez dê bi sê hevalên xwe re herim" li Amedê jî bûye rojeva sereke.

Rêxistina MHPyê ya Amedê piştgiriyê dide Devlet Bahçelî

Li avahiya MHPyê ya Amedê, ji ber pêşhatên pêvajoya aştiyê kêfxweşiyek heye.

Serokê Rêxistina MHPyê ya Amedê Mîtat Arslan gotinên serokê xwe wekî gaveke erênî dinirxîne.

Mîtat Arslan ji Rûdawê re got, "Birêz Serokê min ê Giştî bal kişand ser rewşa Komîsyonê.

Eger Komîsyon ji bo yekitiya neteweyî hatibe avakirin, divê vê biryarê bide.

Divê ev pêvajo dereng nekeve, ji ber ku pêvajoyeke girîng e.

Divê heta meha yekê ev pêvajo biçe serî û Tirkiyeya Bêteror bigihîje armanca xwe. Em piştgiriyê didin hemû gotinên Birêz Serokê xwe yê giştî.”

Partiya Paşerojê: Divê roj beriya rojekê herin Îmraliyê

Partiya Paşerojê jî ku endamekî wan di Komîsyonê de heye, dixwaze ku ziyareta Îmraliyê pêk were.

Serokê Rêxistina Partiya Paşerojê ya Amedê Aydin Altaç got: "Rojekê zûtir bila herin Îmraliyê û divê hevdîtinê bikin.

Divê di destûrê de li ser ziman û çanda Kurdî çi lazim be û divê gav bên avêtin.

Ger ev pêvajo dirêj bibe dê pirsgirêkên nû derkevin."

Xelkê Amedê çi got?

Li aliyê din çavên xelkê Amedê jî li biryara Komîsyonê ye.

Abdurrahman Şîmşek: "Eger ji vî şerî aştiyek derkeve pir baş e. Ez bawer dikim Bahçelî samîmî ye."

Akîf Toprak: "Me ev gav û bang ji AK Partiyê hêvî dikirin lê va ye MHP vî karî dike. Mirov dibêje hema rabe here dengê xwe bide MHPyê."

Burhan Okmen: "Feydeya wê ji bo dewlet û miletê me baş e. Em jî dixwazin biçin û aştî çêbibe."

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî, di koma partiya xwe de gotibû ku ew bawer dike dê Komîsyon biryara herî rast bide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst