Mark Savaya: Gendelî nexweşî ye, mîlîs nîşana wê ne

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mark Savaya Îraq Îran Milîs Genqelî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Îraqê Mark Savaya derbarê rewşa Îraqê de daxuyaniyek da û tekez kir ku pirsgirêka sereke ya Îraqê gendelî ye.

Savaya di daxuyaniya xwe de diyar kir ku eger armanc sererastkirina Îraqê be, divê pêşî bi biryardarî rûbirûyî gendeliyê bibin û got, "Mîlîs nîşane ne, gendelî nexweşî ye."

“Tora gendeliyê çawa kar dike?”

Mark Savaya eşkere kir ku ew bi hûrgilî dizane bê ka pereyên qirêj çawa tên veguhastin û diyar kir ku ev pere ne tenê di destê berpirsên payebilind re derbas dibin.

Savaya li ser mekanîzmaya vê torê wiha got:

“Ya girîngtir ew e ku ev pere di nav qatên aktorên asta nizm ên wekî endamên malbatê, heval, parêzvan, şofêr û navbeynkaran re derbas dibin.

Ev pêkhate, sîstemê bi awayekî çalak dihêle û di heman demê de parastin û derfeta înkarkirinê diafirîne.”

“Mîlîsên Îranê bi vê sîstemê xurt bûn”

Nûnerê Amerîkayê bal kişand ser wê yekê ku ev tor zêdetirî du dehsalan e çalak e û wekî toreke “gelekî aloz û bi zanebûn hatiye avakirin” bi nav kir.

Savaya destnîşan kir ku vê sîstemê rêzikname, çarçoveyên lihevhatinê û mekanîzmayên çavdêriya navneteweyî derbas kirine û wiha pê de çû:

“Bi rêya vê sîstemê, komên mîlîs ên ku Îran piştgiriya wan dike ji aliyê darayî ve hatine bihêzkirin, parastin û li ser pêyan girtin.”

“Divê çavkaniyên diravî werin ziwakirin”

Mark Savaya diyar kir ku her hewldana cidî ya ji bo aramkirina Îraqê, vegerandina serweriyê û hilweşandina mîlîsan divê bi hilweşandina wan torên gendeliyê dest pê bike ku wan fînanse dikin û diparêzin.

Savaya di dawiya daxuyaniya xwe de hişyarî da û got:

“Divê çavkaniyên wan pereyên mezin ên gendeliyê yên wekî mûçeyên sexte, deynên sexte û hebûnên xeyalî werin rawestandin.

Bêyî vê yekê, dê hemû hewlên din têk biçin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst