Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî û Mescîdî Balyozê Komara Îslamiya Îranê yê li Bexdayê Îrec Mescîdî civiyan û rewşa siyasî ya navçeyê û proseya siyasî ya Iraqê guftûgo kirin.
Roja pêncşemê ( 21.02.201 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Balyozê Komara Îslamiya Îranê yê li Bexdayê Îrec Mescîdî û şande li gel kir ku ji Konsolên Komara Îslamiya Îranê li Hewlêr, Silêmanî, Kerbela û Necefê pêk hatibûn.

Li gor malbera Serok Barzanî di hevdîtinê de rewşa siyasî ya navçeyê û proseya siyasî ya Iraqê guftûgo kirin. Herwiha mijara li ser peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin.
Di beşek civînê de tekezî li berfirehtirkirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Komara Îslamiya Iranê hat kirin.
Proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê û pêngavên pêkanîna Hikûmet û Parlamentoya Herêma Kurdistanê mijareke din ê vê hevdîtin bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse