Cêwiyên Siyamî yên li Mereşê birin Enqerê

21-02-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cêwiyên Siyamî Sema û Ayşe Tanrikulu yên li Mereş a Bakurê Kurdistanê dijîn, bi balafira Serokkomariyê birin Enqereyê.

Li gor nûçeya ajansa fermî ya Tirkiyê, Serokomare Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku pişti erdheja li Hatay û Mereşe lekolinan kir biryar da ku di vegera bo Enqerê de cêwiyên Siyamî Sema û Ayşe Tanrikulu jî bi xwe re bibe.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, duh Duşemê 20ê Sibatê danê êvarê cêwî bi balafira Serokkomariyê ku heyeta Serokkomariyê jî tê de bûn, bo Enqereyê hatin veguhastin.

Di dema serdana xwe ya bo herêmên erdhejê de, Serokkomarê Tirkiyê Erdogan ew cêwiyên siyamî li Mereşê dîtibûn.

Roja 6ê Sibatê du erdhejên mezin bi pileyên 7.7 û 7.6 pileyên rîxterê ku navendên wan navçeyên Bazarcix û Elbistan ên Mereşê bûn, 10 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejandin û bûne sedema zirarên mezin ên canî û maddî.

Li gor amarên fermî, di encama erdhejên 6ê Sibatê de zêdetirî 41 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane, herwiha bi hezaran avahî hilweşiyane.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst