Hewlêr (Rûdaw) - Girê Keçel ê li Rihaya Bakurê Kurdistanê ket lîsteya "10 vedîtinên arkeolojîk ên herî girîng ên sala 2025an" a kovara navdar a cîhanî Archaeology Magazine.
Kovarê her wiha Girê Keçel kir wêneyê bergê xwe.
Girê Keçel di çarçoveya "Projeya Girên Kevir" de li Rihayê hat dîtin û wekî navenda serdema Neolîtîkê tê qebûlkirin.
Berhemên sembolîk ên ku ji herêmê derketine û xebatên ku tên meşandin, li ser koka jiyana rûniştî û civakên destpêkê yên mirovan zanyariyên nû pêşkêş dikin û dîroka heyî didin guhertin.
"Ket lîsteya 10 vedîtinên 2025an"
Wezîrê Çand û Geştiyariyê yê Tirkiyeyê Mehmet Nurî Ersoy li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek belav kir.
Ersoy tekez kir ku xebatên zanistî yên ku di çarçoveya Projeya Girên Kevir de tên meşandin, qebûlên heyî yên derbarê dîroka mirovahiyê de ji nû ve şekilandin.
Wezîr Ersoy di parvekirina xwe de wiha got:
"Girê Keçel li ser dika cîhanê ye. Girê Keçel ku parçeyekî girîng ê Projeya Girên Kevir e û me 26ê Çiriya Paşîn 5emîn salvegera wê pîroz kir, ji aliyê kovara bi prestîj a cîhanê Archaeology Magazine ve di nav 10 vedîtinên ewil ên sala 2025an de hat nîşandan û di bergê kovarê de cih girt.
Xebatên zanistî yên ku em li van axan dimeşînin, tiştên ku em derbarê dîroka mirovahiyê de dizanin ji nû ve dişekilînin."
"Paytexta Neolîtîkê ya cîhanê"
Mehmet Nurî Ersoy di berdewamiya daxuyaniya xwe de amaje bi girîngiya herêmê kir û anî zimên:
"Ez bawer dikim ku ev pêvajoya berfireh a ji mîkro analîzan heta arkeometriyê, ji berhemên sembolîk heta xebatên parastinê, dê Girên Kevir wekî paytexta Neolîtîkê ya cîhanê tomar bike.
Em dê bi biryardarî berdewam bikin ku çîroka 12 hezar salî ya Anatolyayê bi zanistê derxînin ronahiyê û mîrasa xwe ya çandî biparêzin û ji cîhanê re behs bikin."
Ersoy di dawiyê de spasiya Parêzgariya Rihayê, Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê, zanyar û xebatkaran kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse