Hewlêr (Rûdaw) - Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYDyê Aldar Xelîl Xelîl hişyarî da ku piştî Sûriyeyê dibe ku dor were Tirkiyeyê jî û got, "Temambûna xeta ku ji Îsraîlê heta Qibrisê dirêj dibe, dê guherîneke girîng bîne. Piştî wê dosyaya Tirkiyeyê dê bikeve rojevê."
Endamê Konseya Hevserokatiyê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl di hevpeyvîna xwe ya bi ANFyê re de nirxandinên girîng li ser rewşa dawî ya HSD, Sûriyeyê, saleke desthilata Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ), rola Tirkiyeyê û bandora planên Îsraîlê yên li ser herêmê kirin.
Aldar Xelîl diyar kir ku desthilata nû ya li Şamê ne nûnertiya şoreşa gel e û got, "Ev hikûmet versiyoneke nû ya rejîma Beasê ye, tenê îdeolojî guheriye."
Xelîl her wiha bal kişand ser projeyên nû yên li Rojhilata Navîn û destnîşan kir ku guherînên li Sûriyeyê bi planên Îsraîlê yên ewlehiya "Korîdora Bazirganiyê" ve girêdayî ne.
"HTŞ versiyoneke nû ya Beasê ye"
Aldar Xelîl diyar kir ku salek di ser rûxandina rejîma kevin û hatina HTŞyê re derbas bûye lê ev guherîn ne bi îradeya gel, bi plansaziya hêzên derve çêbûye.
Xelîl got, "HTŞ nûnertiya daxwazên gelên Sûriyeyê nake. Ev hikûmet di cewherê xwe de versiyoneke cuda ya rejîma Beasê ye.
Partiya Beasê xwe çep pênase dikir, HTŞ xwe dispêre xeteke rastgir û radîkal."
Li gorî Xelîl, Şam niha nikare serweriya xwe li hemû Sûriyeyê ferz bike û wiha pê de çû:
"Şam xwe wekî paytext pênase dike lê têkiliya wê bi beşekî mezin ê welat re qut bûye.
Herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de û herêmên beravê (Laziqiye û Tertûs) di pratîkê de ne di bin kontrola wan de ne.
Sûriye di nava salekê de di valahiyê de hat hiştin û îradeya wê radestî hêzên derve hat kirin."
"Plana Îsraîlê û Korîdora Bazirganiyê"
Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYDyê amaje bi wê yekê kir ku rûdanên li Sûriyeyê ji guherînên li Xezze, Lubnan û herêmê ne serbixwe ne.
Aldar Xelîl derbarê rola Îsraîlê de ev nirxandin kirin:
"Îsraîl îro korîdoreke bazirganiyê ya gerdûnî armanc dike ku ji Hindistanê dest pê dike û di ser Erebistana Siûdî, Urdin, Îsraîl û Qibrisê re heta Ewropayê dirêj dibe.
Dixwaze vê rêyên ewle û garantî bike. Ji bo temamkirina vê ewlehiyê jî divê Sûriye û Libnan bikevin bin kontrolê.
Rûxandina rejîma Sûriyeyê û avakirina rejîmeke nû beşek ji vê hevkêşeyê ye."
Xelîl hişyarî da ku piştî Sûriyeyê dibe ku dor were Tirkiyeyê jî û got, "Temambûna xeta ku ji Îsraîlê heta Qibrisê dirêj dibe, dê guherîneke girîng bîne. Piştî wê dosyaya Tirkiyeyê dê bikeve rojevê."
"Tirkiye wekî qeyûmê Sûriyeyê tevdigere"
Aldar Xelîl rexneyên tund li rola Tirkiyeyê girtin û diyar kir ku Enqere hewl dide rê li ber her cure lihevkirina navxweyî ya Sûriyeyê bigire.
Xelîl got, "Tirkiye xwe wekî qeyûmekî li ser Sûriyeyê bi cih kiriye. Hakan Fîdan ji wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê bêhtir li ser Sûriyeyê daxuyaniyan dide.
Gelek caran dema di navbera me û Şamê de bipêşketinek pêk dihat, Tirkiyeyê mudaxele dikir û pêvajo xera dikir."
HSD dê tevlî artêşa Sûriyeyê bibe?
Aldar Xelîl li ser pirsa tevlîbûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a nav artêşa nû ya Sûriyeyê eşkere kir ku wan pêşniyarek daye Şamê lê ew daxwaza teslîmiyetê dikin.
Xelîl helwesta Rêveberiya Xweser wiha rave kir:
"Hêzên HSDyê dikarin bibin hêzên parastinê yên vê herêmê û bi fermandariya giştî ya Sûriyeyê ve werin girêdan.
Yanî mîna baskê rojhilat ê artêşa Sûriyeyê dikare were fikirîn.
Dibe parçeyek ji artêşê lê fermandariya wê di destê wê de dimîne.
Lê Şam vê qebûl nake û dibêje 'hêzên xwe radestî me bikin'."
Xelîl destnîşan kir ku bêyî destûreke demokratîk û garantiyeke yasayî ew nikarin hêzên xwe teslîm bikin.
"Siyaseta li dijî jin û kêmneteweyan"
Rayedarê PYDyê bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên di bin desthilata HTŞyê de û got:
"Li Sûriyeyê mirov tenê ji ber nasnameya xwe tên kuştin. Êrişî Elewî, Durzî û Xirîstiyanan dikin. Qanûnên ku îradeya jinê dişkînin derdixin.
Mafê jinê yê ku bibe kefîla zarokê xwe yê piçûk ji destê wê digirin. Ev hişmendî civakê nake yek, parçe dike."
Peyama ji bo 2026an
Aldar Xelîl di dawiya axaftina xwe de bangî partiyên Kurdan kir ku yekîtiya xwe ava bikin û got:
"Sala 2026an divê bibe sala çareseriya pirsgirêka Kurdan û avakirina Sûriyeyeke demokratîk. Divê Kurd girîngiyê bidin tîfaq û yekitiya xwe.
Heta niha ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdan tu hevdîtin nehatine kirin, lê divê em bi israr bin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse