Hewlêr (Rûdaw) - Li Kerkûkê di boriyeke veguhastina gazê ya Şirketa Petrolê ya Bakur de teqînek çêbû.
Di bûyerê de ti ziyanên canî çênebûn û agir di demeke kurt de hat kontrolkirin.
Teqîn, îro ber destê sibehê li stasyona AB2yê ya li gundê Bacwanê yê Kerkûkê rû daye.
Herikîna gazê hat birîn
Nûçegihanê Rûdawê yê Kerkûkê Herdî Mihemed ji cihê bûyerê ragihand ku piştî teqînê herikîna gazê ji çavkaniya sereke bi lez hatiye birîn.
Herdî Mihemed da zanîn ku bi destwerdana tîmên parastina sivîlan agir bi temamî hatiye kontrolkirin û ti mirî an birîndar tunin.
"Ji ber pirsgirêkeke teknîkî ye"
Nûçegihanê me bal kişand ser wê yekê ku ji ber binesaziya enerjiyê ya herêmê kevn e car caran bûyerên wiha diqewimin.
Li gorî agahiyan, tê nirxandin ku teqîna îro û şewata piştî wê ji ber pirsgirêkeke teknîkî derketiye.
#VÎDEO - Li Kerkûkê îro sibehê boriya veguhastina gazê ya Kompanyaya Petrolê ya Bakur teqiya
— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 21, 2026
Sedema teqînê çi ye?
Nûçegihanê Rûdawê Herdî Mihemed ji cihê bûyerê agahiyan dide pic.twitter.com/7eLsx9OkX4
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse