Hewlêr - Çavkaniyeke ewlehiyê yê li Kerkûkê ji Rûdawê re got, “Dengekî bihêz” li bajêr hatiye bihîstin lê belê heta niha nayê zanîn ka teqîn bûye an na.
Hêzên ewlehiyê derbarê bûyerê de lêkolînê dikin.
Li gorî zanyariyên destpêkê ku peyamnêrê Rûdawê ji hêzên ewlehiyê wergirtine, bûyer derdora saet 09:00an qewimiye û dronek di navbera gundê Billawe û Taxa Bedir de ketiye ku ew dever nêzîkî Fermandariya Operasyonan e.
Heta niha ti ziyaneke canî nehatiye ragihandin.
Birêveberê Ragihandina Balafirgeha Navneteweyî ya Kerkûkê Herdî Semed derbarê wê gotegotê de ku teqînek li nav çêbûbe ji Rûdawê re got: “Ti teqînek li nav balafirgehê û li ser dîwarê balafirgehê rû nedaye.”
Li gorî gotina wî, tîma operasyonan a balafirgehê derbarê wê gotegotê de pişkinîn kiriye û derketiye holê ku ti teqînek li beşên serbazî û sivîl ên balafirgehê û li ser dîwarê wê rû nedaye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse