Di Newroza Amedê de 298 kes hatin desteserkirin

21-03-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Rêveberiya Ewlekariya Amedê ragihand ku di Newroza îro ya li Amedê de 298 kes hatin desteserkirin.

Li Amedê rêgirî li hinek hemwelatiyan hat kirin, ku dixwestin beşdarî Newrozê bibin. Tenê, ji ber ku cil û bergên wan kesk û sor û zer in, destûr nayê dayîn ku beşdarî pîrozbahiya Newroza Amedê bibin.

Di qada Newroza Amedê de kontroleke bi yekcarî tund hebû, welatiyan neçar dikin pêlavên xwe deynin. Polîsan heta ku kontrola bin cilan jî bo hinekan kirin.

Di kontrolan de bi taybetî bala wan li ser rengên kesk û sor û zer bû. Polîs, dema Alaya Kurdistanê li cem xelkê bidîta, ji wan distend.

Li çend cihan jî polîs, gaza rondikrêj jî li dijî welatiyan bikar anî.

Rêveberiya Ewlekariya Amedê ragihand ku bi hincetên cûr bi cûr 298 kes hatine desteserkirin.

Di daxuyaiya Rêveberiya Ewlekariya Amedê de wiha hat gotin: “Di tedbîrên Newrozê de 298 gumanbarên ku kevir avêtin polîsan, nexwestin ji xalên lêgerînê derbas bibin, sembolên rêxistinê yên qedexekirî hilgirtin, sloganên derqanûnî berz kirin û li hemberî polîsan li ber xwe dan, di tedbîrên e hatin desteserkirin. 7000 polîsên me amade bûn û 15 polîsên me bi sivikî birîndar bûn.”

Tevî hemû astengiyan qada Newrozê ya Amedê bi yekcarî qelebalix bû.

Parlamentera HDPê Ayşe Acar Başaran, di gotarekê de bo asayîş û parêzgarê Amedê got, eger hûn dixwazin bi van zextan rêgiriyê li ahenga Newrozê bikin, we xeletî kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst