Li Amedê Cejna Newrozê bi coş tê pîrozkirin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Newroz Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pîrozbahiyên Newrozê yên li Ameda Bakurê Kurdistanê bi dirûşma "Azadî û Yekîtiya Demokratîk" dest pê kir.

Şahiya Newrozê li Parka Newrozê ya navçeya Rezanê tê lidarxistin.

Girseya xelkê ji saetên serê sibê ve li qadê kom dibe.

Di bernameyê de dê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Serokê Giştî yê Partiya Azadiyê Ayetulah Aşitî, Ayla Akat Ata, Çetîn Arkaş û Leyla Zana gotarekê pêşkêş bikin.

Her wiha dê peyamên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê YNKiyê Bafil Talebanî werin xwendin.

Di heman demê de tê payîn ku peyama Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan jî were xwendin.

Tevî baranê jî coşeke mezin heye

Tevî ku hewa baranî ye jî ji saetên destpêkê yên sibê ve bi hezaran kes herikîn qadê.

Tê çaverêkirin ku bi deh hezaran kes beşdarî şahiya îsal bibin.

Ji xeynî xelkê Amedê, bi sedan kes ji bajarên wekî Êlih, Mûş, Sêrt, Wan û Rihayê jî ji bo pîrozbahiya Newrozê çûne Amedê.

Beşek ji beşdaran cilên neteweyî yên Kurdan li xwe kirine.

Rê nedan şal û şapikan

Ji bo ketina qada Newrozê saet 10:00an derî hatin vekirin.

Li derdora qadê 6 xalên lêgerînê hatin danîn.

Polîsan beşdar yek bi yek kontrol kirin.

Xelk piştî kontrolkirina nasnameyan ket hundir.

Li hin xalên kontrolê polîsan destûr neda welatiyên ku şal û şapik li xwe kiribûn da ku bikevin qadê.

Polîsan cilên Kuran wekî "unîformên leşkerî" nirxandin û wekî hincet nîşan da ku "li ser milên wan apolet hene".

Pîrozbahiyên ku bi amadebûna endamên Komîteya Amadekar a Newrozê bi awayekî fermî dest pê kirin, bi stranan û gerandina govendê didomin.

Bakirhan: Em zimanê Kurdî dixwazin

Hevserokê DEM PartiyêTuncer Bakirhan ragihand ku dem hatiye îradeya gelê Kurd bi fermî were naskirin û zimanê Kurdî di destûra Tirkiyeyê de cih bigire.

Tuncer Bakirhan li qada Newroza Amedê beşdarî bultena Rûdawê bû û pirsên Hêvîdar Zanayê bersivandin.

Tuncer Bakirhan got, "Tevî baran û sermayê jî kombûna bi hezaran kesan nîşaneya îdareyeke pola ye ji bo xwedîderketina li mafên neteweyî."

Bakirhan destnîşan kir ku gelê Kurd 100 sal in di nav têkoşîneke mezin de ye û divê Tirkiye di sala 2026an de pêngavên pratîkî, demokratîk û yasayî biavêje.

Hevserokê DEM Partiyê li ser çareseriya Pirsgirêka Kurdan wiha axivî:

"Divê zimanê Kurdî bi fermî were naskirin û mafên ziman û çanda Kurdan di destûra Tirkiyeyê de cih bigirin.

Her wiha divê bi hezaran çalakvan û girtiyên siyasî werin azadkirin û vegerin nav xebatên sivîl."

Bakirhan di wê baweriyê de ye ku pêwîst e dawî li pergala qeyûman were anîn û îradeya gel li şaredariyan vegere.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst