Nêçîrvan Barzanî: Em şirîkê êşa windakirina vî kesayetiyê dîrokî yê mezin in

21-04-2025
RÛDAW
Nîşan Papa Francis Nêçîrvan Barzanî Vatîkan Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê koça dawî ya Papa Francis got,” Em şirîkê êşa windakirina vî kesayetiyê dîrokî yê mezin in”

Nêçîrvan Barzanî peyameke serxweşiyê ji bo koça dawî ya Papa Francis belav kir û got:

"Bi navê gelê Kurdistanê û xwe ve, ji dil serxweşî û hevxemiyeke kûr pêşkêşî cîhana Xirîstiyan û hemû mirovahiyê dikim û em şirîkê êşa windakirina vî kesayetiyê dîrokî yê mezin in ku jiyana xwe ji bo xizmeta mirovan, parastina rûmeta mirovî û belavkirina peyama evînê û pêkvejiyanê terxan kiribû."

Papa Francis, Papayê Vatîkanê, ji ber nexweşiyê di temenê 88 saliyê de koça dawî kir.

Serokê Herêma Kurdistanê ev nûçe wekî "xemeke mezin û diltengiyek kûr" bi nav kir û wiha domand: "Em li Herêma Kurdistanê ku pirrengî, lêborîn û pêkvejiyan bingeha civaka me pêk tîne, mîrateya mirovî û ruhî ya Papa Francis bilind dinirxînin û ji Xwedayê mezin dixwazin ku giyanê wî bi dilovanî û mihrebaniya xwe şad bike û aramiyê bi her kesî ve bibexşîne."

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku Papa Francis bi laş koça dawî kir lê bîranîn û peyama wî her dem wekî çiraya hêvî û aştiyê ji bo mirovahiyê dimîne.

Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi ziyareta Papa Francis a Herêma Kurdistanê jî kir û got:

“Ji bo me jî, bîranîna serdana wî ya ji bo Herêma Kurdistanê di sala 2021an de, her tim zindî dimîne û dibe cihê şanaziya me."

Papa Francis kî ye?

Papa Francis, bi navê xwe yê ji dayikbûnê Jorge Mario Bergoglio, di 17ê Kanûna Pêşîn a 1936an de li Buenos Airesa paytexta Arjentînê hatiye dinê.

Malbata wî bi eslê xwe Îtalî ye, bavê wî karkerê rêya hesinî, diya wî jî xanima malê bû.

Jorge Mario Bergoglio, li Buenos Airesê dest bi xwendina xwe kiriye û di temenekî ciwan de perwerdeya teknîkeriya kîmyayê wergirtiye.

Lê belê di sala 1958an de, ketiye dibistana olî û tevlî terîqeta Cezwîtan bûye û dest bi perwerdeya teolojiyê kiriye.

Bergoglio ku di warên felsefe û îlahiyatê de perwerde dîtiye, di sala 1969an de wekî keşe hatiye tayînkirin.

Piştre di sîstema perwerdeya Cezwîtan de wekî mamoste û birêveber xizmet kiriye.

Di sala 1973yan de wekî Serekkeşeyê Cezwîtên Arjentînê hate tayînkirin û ev peywir 6 sal berdewam kir.

Di sala 1992yan de bû alîkarê piskoposê Buenos Airesê, di 1998an de jî wekî Serekpiskopos hate wezîfedarkirin.

Di sala 2001ê de ji aliyê Papa John Paulê 2yemîn ve nasnava Kardînal lê hate dayin.

Di 13ê Adara 2013an de, piştî îstîfaya Papa Benedictê 16emîn, wekî Papayê 266emîn hate hilbijartin.

Papa Francis, bi vê nasnavê, wekî yekemîn Papayê Latin Amerîkî û yekemîn Papayê ji eslê cezwîtan di dîroka Dêra Katolîk de cih girt.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst