Hevserokê DEM Partiyê yê Qoserê hat girtin

21-05-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Abulkerîm Erdem
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê DEM Partiyê yê Qoserê Abulkerîm Erdem hat girtin.

Cezayê ku li li Hevserokê DEM Partiyê yê Qoserê Abulkerîm Erdem hatibû birîn îro hat pesendkirin.

7 sal û 11 meh cezayê girtîgehê li Abulkerîm Erdem hatibû birîn.

Hêzên ewlehiyê piştî pesendkirina wî cezayî, Erdem veguhast girtîgeha Amedê.

Dema Abulkerîm Erdem hevserokê navçeya Dêrikê bû bi hinceta “endamtiya rêxistinê” derbarê wî de doz hatibû vekirin.

Di wê dozê de bi 7 sal û 11 mehan cezayê girtîgehê hatibû cezakirin.

Sala 2016an di çarçoveya dozê de hatibû girtin û 2 sal û 6 meh di girtîgehê de mabû.

Herî dawî sala 2019an ji girtîgehê hatibû berdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst