Li Wanê 38 rêxistinan xwest ku girtiyên nexweş bên berdan

21-05-2025
RÛDAW
Nîşan TUHAY-DER OHD Wan Girtiyên Nexweş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê bi pêşengiya Şaxa Wanê ya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê û TUHAY-DERê û beşdarbûna 38 rêxistinan çalakiyek hat lidarxistin û hat xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan.

Komeleya Piştgiriya Malbatên Girtiyan ya Wanê (TUHAY-DER) û Şaxa Wanê ya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD)  îro li Kolana Hûnerê ya Wanê derbarê rewşa girtiyên nexweş daxuyaniyek da.

Nûnerên 38 rêxistinan beşdar bûn.

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hat kirin ku li gel raporên nexweşxaneyan û nexweşiyên giran, girtî nayên berdan û bi vî awayî mafê jiyanê tê binpêkirin.

Bang li saziyên berpirsiyar û desthilatê hat kirin ku bilez girtiyên nexweş bên berdan.

Her wiha amaje bi pêvajoya aştî û çareseriyê hat dayîn û behsa pêwîstiya reforman hat kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst