Hewlêr (Rûdaw) - Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê bangî dayikên leşker û polîsan kir û wan got, “Werin ji bo aştiyê em bi destên hev bigirin.”
Meclisa Dayikên Aştiyê têkildarî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê li ser pêvajoya nû daxuyanî da.
Li ser navê Meclisa Dayikên Aştiyê Havva Kiranê axivî û biryarên ku PKKyê di kongreya xwe de dabûn bi bîr xistin û diyar kir ku agirbest bi yek aliyê nabe divê aliyê din jî gavan bêaveje.
“Vê pêvajoyê hêvî da Kurd û Tirkan”
Havva Kiranê amaje bi wê yekê kir ku biryarên di kongreya PKKyê de hatine stendin, ji bo destpêkirina pêvajoyeke nû ya aştiyê gaveke girîng in û got:
“Wekî dayik em bangî dewletê, serokkomar, serokan dikin, bila her kes tiştekî bike.
Vê pêvajoyê hêvî da Kurd û Tirkan. Bila êdî axa Kurdistanê bi balafirên xwe bombebaran nekin.
Bila êdî cenaze neyên. Bila ne rondikên dayikên Kurd ne jî yên Tirk birijin.”
“Em bi hev re aştiyê pêk bînin”
Havva Kiranî destnîşan kir ku dewleta Tirkiyeyê heta gavên ku hêviyê bide neavêtine û wiha domand:
“Aliyê Kurd ji bo aştiyê amade ye: Çekên xwe danîn, kongreya xwe li dar xist. Ji bo aştiyê amade ne.
Em wek Dayikên Aştiyê bangî dayikên leşker û polîsan dikin, hûn jî dest bidin destê Dayikên Aştiyê.
Êdî bila kezeba dayikan neşewitin. Em bi hev re dest bidin hev û aştiyê pêk bînin.
Ne hûn bigirîn ne jî em bigirîn. Em aştiyê bînin Tirkiyeyê, em bi hev re bijîn. Dayikeke ku kezaba wê şewitiye, nabêje 'Min zarokek da, ez dê yekî din jî bidim.'
Em bi azadî û aştiyê li vî welatî bijîn. Mafê her kesî heye ku bi zimanê xwe bijî.
Lê mafekî wiha yê Kurdan tune. Me rê li ber vê pêvajoyê vekir, hûn jî gavekê biavêjin. Em ne şer lê em aramî û aştiyê dixwazin."
“Dawiya şer her aştî ye”
Havva Kiranê bang dayikên leşker û polîsan jî kir û got:
“Em destê kesên ji bo aştiyê destê xwe danîne bin kevir bigirin da ku xurtir bibe. Em dê aştiyê bînin vî welatî. Dawiya şer her aştî ye. Bi şer tiştek naçe serî.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse