Hewlêr (Rûdaw) - Sabûna kizwanan a Sêrtê ji aliyê Saziya Patent û Markayan a Tirkiyeyê ve bi nîşana erdnîgariyê hat tescîlkirin.
Parêzgariya Sêrtê daxuyand, ji bo ku nirxên çandî û aborî yên bajêr bigihêjin paşerojê xebat berdewam dikin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku Midûriyeta Çandinî û Daristanan a Bajêr ji bo ku sabûna kizwanan wekî "Sabûna Bitimê (Kizwan-Şengêl) ya Sêrtê" bê qeydkirin serî li Saziya Patent û Markayan a Tirkiyeyê dabû û ev daxwaz hatiye pejirandin.
Kizwanên Sêrtê dawiya mehên îlon û çiriya pêşîn tên berhevkirin.
Piştî ku çend rojan li ber tavê tên ziwakirin ji bo çêkirina sabûnê tên hêran.
Li gorî pisporan, sabûna kizwanan ji bo ku weşîna porê raweste gelekî qenc e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse