Li Amedê atolyeya hêviyê: Çerxên jiyanê ji bo astengdaran careke din dizîvirin

1 demjimêr berê
Abdulselam Akinci
Temîrxaneya erebokên astengdaran a Şaredariya Amedê / Wêne: Rûdaw
Temîrxaneya erebokên astengdaran a Şaredariya Amedê / Wêne: Rûdaw
Nîşan Amed Şaredariya Amedê Astengdar Erebokên Astengdaran Temîrkirin Emrullah Guneş
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di atolyeya xwe ya ji bo temîrkirina erebokên astengdaran de, xizmeteke belaş dide welatiyan.

Bi vê xizmetê salane zêdetirî 600 erebokên kesên xwedî pêdiviyên taybet belaş tên temîrkirin.

Welatî ji vê xizmetê gelekî razî ne û xizmet ne tenê ji bo Amedê, ji bo bajarên derdorê jî tê dayîn.

Armanc: Atolyeya mobîl

Xizmeta ku bi armanca hêsankirina jiyana kesên xwedî astengiyên ortopedîk tê dayîn, 12 mehên salê bê navber û belaş didome.

Birêvebirê Şaxa Astengdaran a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Emîn Baran got:

"Ji bo temîrkirina erebokan ji navçeyan gelek daxwaz ji me re tên.

Armanca me ew e ku em ji bo paşerojê atolyeyeke mobîl ava bikin, li navçeyan bigerin û erebokên wan temîr bikin.

Her wiha armanca me ew e ku em vê atolyeyê mezintir bikin û xizmetê zêdetir bikin.”

Yekane hosteyê atolyeyê Emrullah Guneş e û ew her roj bi kelecaneke mezin alîkariya welatiyan dike.

Hoste Emrullah Guneş jî dibêje, “Ji Amed û navçeyên wê û ji bajarên derdorê tên.

Em dixwazin ev der mezintir bibe, hejmara hosteyên me zêde bibe û em di mehekê de 600 erebokan çêkin.”

Welatî ji xizmetê razî ne

Welatiyên ku erebokên wan ên manuel an jî yên bi elektrîkê xerab dibin, telefonî hejmara 153yan a şaredariyê dikin û di demeke kurt de daxwaza wan tê bicihanîn.

Welatiyê bi navê Muhammed Cennet wiha anî zimên:

“Ji ber ku xizmet belaş e, ji bo me gelekî baş e. Temîrkirina bi pere gelekî biha ye.

Dema erebokên me xera dibin, servîs tê me ji ber derî digire, tîne vir, ereboka me çêdike û dîsa me digihîne mala me.”

Welatiyê bi navê Muhammed Nurullah jî got:

“Cihekî ku me erebokên xwe lê temîr bikira tune bû. Hem derfetên madî û hem jî yên manewî kêm bûn.

Temîrkirina van gelekî bi mesref e. Ji bo kesên xwedî pêdiviyên taybet in, hebûna xizmeteke wiha gelekî baş e.”

Li gorî amarên Federasyona Astengdaran a Amedê, ji sedî 12.5 ji nifûsa bajêr xwedî astengiyên curbicur in.

Yanî li Amedê nêzîkî 220 hezar kesên xwedî pêdiviyên taybet hene.

Beşa Karûbarên Astengdaran a Şaredariya Bajarê Mezin ji bo amadekirina nexşerêya astengdariyê ya bajêr û diyarkirina polîtîkayên taybet, ev salek e mal bi mal digere û kesên xwedî pêdiviyên taybet tomar dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst