Êlih: Peykerê helbestvanê Kurd Cegerxwîn ji cihê xwe hat rakirin

21-06-2022
RÛDAW
Nîşan Êlih Peykerê Cegerxwîn Kurd Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê peykerê helbestvan û nivîskarê Kurd Cegerxwîn ku li Parka "Kine Em" sala 2007an ji aliyê şaredariya bajêr hatibû dayîn, bi awayekî cihê gumanê hat rakirin.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê derbarê bûyerê de îro 21ê Hezîranê daxuyaniyek da û nerazîbûna xwe pêşan da.

Rêveberê Rêxistina HDPê amaje bi wê yekê dide ku kesên van tiştan dikin armanca wan ew e bajar, nasname, nirx, ziman û dîroka gelê Kurd ji nav bibin û van nirxan ji bîra gelê Kurd bibin.

Berpirsekî Rêxistina HDPê ya Êlihê dibêje: “Li parêzgehên Kurdan navê Kurdan tên rakirin û li şûna wan navê kesên ku peywendiya wan bi Kurdan û herêmê ve nîne tê dayîn. Em qet vî tiştê ku desthilata faşîst li ser me ferz dike qebûl nakin. Em dê li ser têkoşîna xwe berdewam bin. Herî dawî em dibînin li Parka Kine Em peykerê helbestvan û nivîskarê Kurd Cegerxwîn hatiye rakirin. Banga me bo qeyûm ewe ku divê demildest peyker dîsan li cihê xwe bê danîn. Eger ji aliyê hinekan jî ve hatibe birin divê qeyûm yekî din çêbike û li cihê wî deyne.”

Ev peyker berî niha jî di 23ê Adara 2014an de ji aliyê kesên nasnameya wan ne diyar ve hatibû birin.

Herwiha ew demek e şaredariyên qeyûm bo wan hatine danîn navên kolan, park û cihên bi navê Kurdan diguherînin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst