Mirovên qurbaniyên Kurdên Êzidî hatine neçarkirin ku tabût û alayên Iraqê ji bo cenazeyên xwe bikirin

21-06-2023
RÛDAW
Mirovên qurbaniyên Kurdên Êzidî hatine neçarkirin ku tabût û alayên Iraqê ji bo cenazeyên xwe bikirin
Mirovên qurbaniyên Kurdên Êzidî hatine neçarkirin ku tabût û alayên Iraqê ji bo cenazeyên xwe bikirin
Nîşan Kurdên Êzidî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Vegerandina cenazeyên Kurdên Êzidî yên bê tabût û merasîma fermî bû sedema nerazîbûnan. Nûnerekî Kurdên Êzidî yê Parlamentoya Iraqê dibêje, Hikûmeta Iraqê bêrêzî li cenazeyan kiriye ku ji aliyê DAIŞê ve hatine qetilkirin û her wiha mirovên qurbaniyên Kurdên Êzidî hatine neçarkirin ku tabût û alayên Iraqê ji bo cenazeyên xwe bikirin.

Cenazeyên 39 Kurdên Êzidî piştî du salan ji diyarkirina nasnameyan roja Sêşemê ji Pizişkiya Dadweriyê ya Bexdayê ji bo Mûsilê hatin vegerandin lê bêyî merasîmeke fermî û bêyî beşdariya berpirsên payebilind ên hikûmetê û bê tabût radestî mirovên kirine. Her wiha hinek malbat hatine neçarkirin ku tabût û alayên Iraqê bikirin da ku cenazeyên xwe veguhezînin.

“Cenaze di kîsên plastîk de radestî me kirin”

Cîgirê Parêzgarê Neynewayê Elî Omer li ser vegerandina cenazeyên Kurdên Êzidî yên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine kuştin ji Rûdawê re got, “Berpirsên hikûmeta navendî yê Bexdayê cenaze di nav kîsên plastîk de radestî me kirin û ji me re gotin ku em nikarin tabûtan bidin wan.”

Elî Omer anî ziman, “Duh berpirsên pijîşkiya dadweriyê ya Bexdayê hişyarî dabûn me ku divê em îro cenazeyan werbigirin lê dem nedan me ku em tabûtan amade bikin û merasîma fermî ji bo wan li dar bixin.”

Cîgirê Parêzgarê Neynewayê venaşêre ku hikûmeta navendî ya Iraqê li hember cenazeyên Kurdên Êzidî xemsar bûye û dibêje, “Berê jî di vegerandina cenazeyên qurbaniyên jenosîda Kurdên Êzidî de Iraqê xemsarî kiribû.”

Vegerandina 39 cenazeyên Kurdên Êzidî ku beşek ji wan jin û zarok in û di dema dagirkirina Şingalê de ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibûn qetilkirin ku heta niha jî nêzîkî 500 cenazeyên Kurdên Êzidî di pizîşkiya dadweriyê ya Bexdayê de mane û nasnameyên wan nehatine diyarkirin. Heta niha piştî 2 salan mayîna cenazeyan di pizîşkiya dadweriyê ya Bexdayê de tenê nasnameyên 210 kesan hatine diyarkirin û ji 92 gor bikom tenê 48 ji wan hatine kolandin.

“Wan em neçar kirin ku em ji bo cenazeyên mirovên xwe alayên Iraqê bikirin”

Îlyas Mûrad ê ku li pizîşka dadweriyê ya Mûsilê li benda cenazeyê bavê xwe bû, ji Rûdawê re ragihand, ew hatiye neçarkirin ku ji bo cenazeyê bavê xwe tabûtekê û alaya Iraqê bikire û heta ku tabût nekiriye û alaya Iraqê lê nepêçaye cenaze nedane wî.

Nûnerê Kurdên Êzidî yê Parlamentoya Iraqê li ser vê mijarê got, “Hikûmeta Iraqê reftareke nebaş bi cenazeyên Kurdên Êzidî kiriye.”

Parlamenterê Kurd ê Parlamentoya Iraqê Mehma Xelîl di bernameya Rûdawî Emro de got, “Hikûmeta Iraqê rêz li cenazeyên Kurdên Êzidî negirtiye û ew di nav kîsan de şandine Mûsilê.”

Mehma Xelîl her wiha anî ziman, “Şermezarî ye ku Hikûmeta Iraqê bi cenazeyên Kurdên Êzidî re bi vî rengî tevdigere û xizmên qurbaniyên Êzidî kefen û tabûtan ji cenazeyên xwe re dikirin.”

Parlamenterê Kurdê Êzidî anî ziman ku ew biçûkkirin û bêrêziya li cenazeyên Kurdên Êzidî qebûl nakin û dê li dijî reftarên hikûmeta Iraqê yên li hember cenazeyan û xemsariya ku kirine serî li destûr û yasayê bidin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst