Nivîskarê Kurd Dr. Mem Xelîkan koça dawî kir

21-07-2025
RÛDAW
Nîşan Mem Xelîkan Koça Dawiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Yek ji damezirêner û nivîskarên Kovara Bîrnebûnê Dr. Mem Xelîkan, ji ber krîza dil koça dawî kir.

Mem Xelîkan sala 1956an li gundê Qerejdaxê yê Konyaya Anatoliya Navîn ji dayik bû.

Wî dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navendî û lîse jî li Enqereyê xwend.

Sala 1975an li Zanîngeha Egeyê dest bi xwendina Fakulteya Tibê kir û sala 1980yî qedand.

Piştî mezûniyetê, bi salan li Kulu û Enqereyê wekî bijîşk kar kir.

Mem Xelîkan yek ji damezirêner û nivîskarên Kovara Bîrnebûnê bû ku bi taybetî ji bo Kurdên Anatoliya Navîn dihate weşandin.

Ji bilî helbestan, wî nivîsên çandî û folklorî jî dinivîsand. Van salên dawî bi taybetî bala xwe dabû ser kilamên Kurdên Anatoliya Navîn.

Pirtûka wî ya yekem a helbestan "Şevbider im" sala 2009an hat weşandin.

Pirtûka wî ya duyem jî bi navê "Serenad" e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst