AMED - Ji ber şerê di xwarina aştiyê de 16 kes hatin desteserkirin

21-08-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Bismil Xwarina Aştiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bismilê ya Amedê, ji ber şerê ku di xwarina aştiyê de rû dabû, 16 kes hatin desteserkirin.

Doh li navçeya Bismilê ya Amedê du malbatên ku ji ber revandina keçikekê bûbûn dijmin, ji bo ku li hev werin li ser sifreya nanê aştiyê civiyabûn.

Wan di civîna aştiyê de bi çekan şer kiribû.

Di vî şerî de kesek hatibû kuştin û 11 kes jî kes birîndar bûbûn.

Serdozgeriya Bismilê derbarê bûyerê de lêpirsînê dike.

Di çarçoveya lêpirsînê de derbarê 26 kesan de biryara girtinê hat dayîn.

Ji gumanbaran 16 kes hatin desteserkirin û yên din jî li nexweşxaneyê tên dermankirin.

Piştî dermankirina wan temam bibe, ew jî dê bêne desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst