Hewlêr (Rûdaw) - Çavkaniyek ji Wezareta Petrolê ya Îraqê ji Rûdawê re ragihand, civînên tîmên teknîkî yên Îraq û Tirkiyeyê yên li bendera Ceyhanê bi dawî bûne û Tirkiye razî bûye ku careke din dest bi hinartina petrola Herêma Kurdistanê bike.
Heman çavkaniyê her wiha da zanîn, “Niha li benda Herêma Kurdistanê ne ku petrolê radest bike û bi rêya Kompanyaya SOMOyê dest bi firotinê bê kirin.”
Li gorî gotina wî çavkaniyî, tîm dê heta dawiya vê mehê li Tirkiyeyê bimînin, lê ti civînên din nakin çimkî aliyê Tirkî razîbûna xwe ya dawî nîşan daye û pêdivî bi civînên din nîne.
Çavkaniyê ji Wezareta Petrolê ya Îraqê got jî, “Eger îro petrol bê radestkirin, her îro dikare dest bi hinartina wê bê kirin û hemû rêkarên pêwîst hatine temamkirin.”
Hinartina petrola Herêma Kurdistanê ji Adara 2023yan ve piştî biryara Dadgeha Bazirganiyê ya Navneteweyî ya Parîsê hatibû rawestandin.
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê hefteya borî ragihandibû ku wan li ser mekanîzmaya hinartina petrolê bi Wezareta Petrolê ya Îraqê re li hev kiriye û tenê maye ku hikûmeta federal bi Tirkiyeyê re li ser vê mijarê biaxive.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse