UNAMI: Em ji ber cezayê nû yê Şêrwan Şêrwanî dilgiran in

21-08-2025
Nîşan Şêrwan Şêrwanî UNAMI Ceza Rojnameger
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnertiya Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Îraqê (UNAMI) ragihand ku ew ji ber cezayê nû yê ku li rojnameger Şêrwan Şêrwanî hatiye birîn "dilgiran" in û dê şopdarê dozê bin.

UNAMIyê her wiha got, "Pêwîst e Hikûmeta Herêma Kurdistanê serweriya yasa û mafên mirovan biparêze."

Dadgeha Bineslaweyê ya li Hewlêrê 19ê vê mehê 4 sal û 5 meh cezayê din ê zindanê li rojnameger û çalakvan Şêrwan Şêrwanî birî.

“Wî tohmet red kiriye”

UNAMIyê îro daxuyaniyek belav kir û ragihand: "UNAMI derbarê biryara Dadgeha Bineslaweyê ya 19ê Tebaxa 2025an a ku rojnameger Birêz Şêrwan Şêrwanî bi çar sal û nîvan ceza kiriye dilgiraniya xwe tîne ziman.

Ev ceza li ser tohmeteke ku wî bi xwe red kiriye hatiye dayîn."

UNAMIyê li ser sedema dilgiraniya xwe diyar kir ku dibe ku cezayê Şêrwanî "ne di cih de be” û bi awayekî zordarane hatibe dayîn.

UNAMI di wê baweriyê de ye ku dadgehê bi awayekî têrker li “mercên girankirinê” nenêriye.

Divê were gotin ku li gorî yasayan, li hemberî ceza mafê îtirazê heye.

UNAMIyê da zanîn ku ew di rûniştina dadgehê ya 19ê Tebaxê de amade bûne û dê di paşerojê de jî şopandina dozê bidomînin.

Doza Şêrwan Şêrwanî

Şêrwan Şêrwanî û hinek rojnameger û çalakvanên din ên Behdînanê, piştî çend mehan ji desteserkirina wan, 16ê Sibata 2021an ji aliyê Dadgeha Tawanan a Hewlêrê ve bi tohmeta "têkdana ewlehiya niştimanî" bi 6 salan hatin cezakirin (her yek ji wan).

Sibata 2022yan bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji sedî 60ê cezayê hevalên wî û ji sedî 50ê cezayê Şêrwan Şêrwanî hat kêmkirin.

Li gorî wê biryarê, diviyabû Şêrwan Şêrwanî Îlona 2023yan bihata berdan.

Lê Şêrwan berî wê demê 20ê Tîrmeha 2023yan bi tohmeta sextekariya îmzeyekê bi 4 salên din hat cezakirin.

Pişt re Serokê Herêma Kurdistanê ev ceza daxist 2 salan.

Li gorî biryara dawî, diviyabû Şêrwan Şêrwanî 16ê Îlona 2025an bê berdan lê ew niha bi dozeke nû re rû bi rû maye.

Mihemed Ebdulahê parêzerê Şêrwan Şêrwanî, ragihand ku doza nû li ser bingeha gilînameya kesekî bi navê Raîd Dildar e û li gorî madeya 229an a Yasaya Cezayê ya Îraqê ye.

Wî her wiha got ku ev ceza "bêyî delîlên têrker" hatiye birîn û ew dê îtirazî biryarê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst