14 sal in bi tena serê xwe Bendava Mehabadê diparêze

21-09-2025
Mihemed Emîn Şêx Mendî xwezaya welêt diparêze / Wêne: Ji ber dîmenan
Mihemed Emîn Şêx Mendî xwezaya welêt diparêze / Wêne: Ji ber dîmenan
Nîşan Bendava Mehabadê Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ava bendavan ji bo mirov û ajelan çavkaniya jiyanê ye lê mirov hem jîngehê xera dike û hem jî avê gemarî dike.

Bendava Mehabadê ya li Rojhilatê Kurdistanê wekî bihuşteke biçûk e lê niha ji ber gemar, qirêj, lewitandin û bêmirêsiyê dinale.

Avêtina zibil, çop û gilêşê jiyana ajelan xistiye metirsiyê û ava vê bihuştê êdî nayê vexwarin.

Lê belê hîn jî hêviyek hîn heye, Mihemed Emîn Şêx Mendî ev 14 sal in rojane bi tikîtenê derdora bendavê paqij dike.

"Em dikarin bi hev re wê hêviyê bikin rastî”

Ew her sal bangî xelkê dike ku alîkariya wî bikin da ku ew vê çavkaniya girîng biparêzin û dibilîne:

"Em dikarin bi hev re wê hêviyê bikin rastî. Werin em hemû berpirsiyariyê bigirin ser xwe û jîngeha xwe biparêzin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst