Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku li 8 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dê baraneke gur bibare û hişyariya lehî û birûskê da.
Li gorî daxuyaniya Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, li parêzgehên Mereş, Sêrt û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê û li parêzgehên Îzmir, Aydin, Hatay, Edene û Manîsayê yên Tirkiyeyê baraneke gur dibare.
Hat diyarkirin ku baran dê heta sibe bidome.
Saziyê bangî welatiyan kir ku ji bo lehî û birûskê û pirsgirêkên di çûnûhatinê de tedbîrên xwe wergirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse