MÊRDÎN - 'Muzîk bi hemû zimanan serbest e lê bi Kurdî qedexe ye'

21-11-2023
RÛDAW
Nîşan Kafe Mualla Mêrdîn Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ji ber ku kafeya bi navê "Mualla"yê muzîka Kurdî venekir bû sedema bertekan.

Li Mêrdînê mişteriyek li kafeya “Mualla Tatli Kralligi”yê ji bo pîrozbahiya rojbûnê straneke Kurdî xwestiye lê jê re hatiye gotin ku “qedexe ye” û ev xwestek hatiye redkirin.

Ev yek li ser medyaya civakî bu sedema nerazîbûnan.

Herwiha gelek kesan di torên civakî de bi banga "#Muallaboykot"ê xwest ku ew kafe were boykotkirin.

"Hûn nikarin zimanê me qedexe bikin"

Li aliyê din jinekê bi vîdeoyekê beretek nîşan da û wiha got:

“Bila yên ku li dijî zimanê me, li dijî çand û hunera me, li dijî hebûna me ne zanibin ku em her tim piştgiriya zimanê xwe, çanda xwe, dîroka xwe, hebûna xwe dikin û em dê her tim hebin.

Hûn nikarin me tine bikin, hûn nikarin zimanê me tine bikin, hûn nikarin li bajarê me û li ti cihî zimanê me qedexe bikin.

Em we boykot dikin, em we boykot dikin. Bijî zimanê Kurdî!”

Gelek bikarhêneran piştgirî da wê jinê û banga boykotê.

Herwiha gelek bikarhêneran bi hashtaga "#muallaboykot"ê bertek nîşanî kafeyê da û wan xwest ew kafe were boykotkirin.

"Bi hem û zimanan muzîk serbest e lê bi Kurdî qedexe ye"

Heta ji aliyê rêveberiya kafeyê ve li ser mijarê ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.

HezKurdê jî bi vî rengî bertek da:

“!!BOYKOT!!  Şermezarî ji bo hemî kesayet û saziyên ku li welatê Kurdan nanê Kurdan dixwin û pişt re kêrê li sifreya Kurdan dixin!

Li Mêrdînê "Mualla Cafe", ji aktîvîsta Zimanê Kurdî birêz @Kurd_hezz ra gotiye, bi hem û zimanan muzîk serbest e lê bi Kurdî qedexe ye. #muallaboykot”

Berdevkê HezKurdê Barij Celalî jî wiha got:

“Kesayet, cîh, kargeh, sazî û hwd. Kîjan ji van, zimanê me nas neke divê em jî îro pê da Kurdistanê ji wan ra bikin qada tunebûnê.

Ev cafe Mualla li Mêrdînê ye, Kurdî qedexe kiriye qaşo. Divê em wisa bikin ku, yek Kurd îro pê da pêyê xwe neavêje wê derê! @Kurd_hezz. #muallaboykot”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst