Ciwanekî Kelarî winda ye: ‘Telefonek jê re hat û çû’

21-11-2025
RÛDAW
Mehdî Mihemedê 25 salî / Wêne: Torên civakî
Mehdî Mihemedê 25 salî / Wêne: Torên civakî
Nîşan Kelar Ciwan Winda Silêmanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ciwanekî xelkê navçeya Kelarê ya Silêmaniyê ev 5 roj in winda ye.

Hêzên Pêşmergeyan li herêma Kanî Masiyê ya Kelarê dest bi lêgerînê kiriye.

Mehdî Mihemedê 25 salî yê şêniyê Kelara Kevn, êvara Yekşemê piştî ku pêywendiyeke telefonî jê re tê, diçe nêzîkî Çemê Sîrwanê û li wir winda dibe.

Bavê Mehdî, Mihemed Xalid ji Rûdawê re ragihand:

"Nêzîkî demjimêr 04:35an diçe çayxaneyekê li bazarê.

Paşê li derdora wî wextî bi motorsîklêta xwe derdikeve.

Telefon jê re tê û diçe. Li aliyê din ê Pira Salih Axayê ku xaleke kontrolê lê ye û rêyek jê vediqete ji bo Kanî Masiyê û wê derê, êdî li wir winda dibe."

Mehdî kurê mezin ê malbatê ye û xwendekarê pola çaran a Beşa Fîzîkê ye li Zanîngeha Germiyanê.

Ji bilî xizmên wî, Hêzên Pêşmergeyan jî ji bo dîtina wî dest bi pişkinîna herêmê kiriye.

Fermandarê Hêzên Pêşmergeyan Celîl Fayeq amaje bi wê yekê kir:

"Ev kur hatiye şopandin û gihîştiye vî cihî.

Gelo li vî cihî ketiye avê an bi otomobîlekê ew girtine û birine?

Em di lêgerînê de berdewam in û dest jê bernadin.

Înşallah heta em encama dawî bi dest dixin em dê alîkar bin."

Xizmên Mehdî giliyê kesî nekiriye û tenê li benda şopekê ne ji bo dîtina kurê xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst