Hewlêr (Rûdaw) - Parastina Sivîlan a Herêma Kurdistanê ragihand ku li navçeya Kelarê ya Silêmaniyê zarokek ketiye nav ava lehiyê û xeniqî.
Berdevkê Parastina Sivîlan ya Herêma Kurdistanê Serkewt Kareş îro ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.
Serkewt Kareş got, "Di encama baranê de li navçeya Kelarê lehî rabû. Ji ber vê yekê zarokekî 10 salî ket avê û canê xwe ji dest da."
Hat zanîn zarokê ku xeniqiye 11 salî ye.
Li gorî agahiyan, zarok li ser pirekê bûye, lingê wî şemitiye û ketiye nav ava lehiyê.
Bîlançoya lehiyê giran dibe
Ji roja yekşemê ve pêleke baranê Başûrê Kurdistanê girtiye ber xwe û li gelek deveran lehî rabû.
Lehiyê zerereke zêde gihand binesaziya Çemçemalê.
Ji doh ve li wan deverên ku lehî lê rabûye 4 kesan canê xwe ji dest daye û 17 kes jî birîndar bûne.
Pêla baranê lawaz bû
Îro hewayê Herêma Kurdistanê asayî bûye. Saziya Keşnasiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand:
“Li gorî dîmenên peykên çêkirî, niha asman bi giştî ewrayî ye û pêla baranê ya li ser herêma me lawaz bûye.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse