Hewlêr (Rûdaw) - Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, bi boneya Roja Cîhanî ya Mafên Zarokan rapora xwe ya salane ya derbarê binpêkirinên mafên zarokan eşkere kir.
Di raporê de binpêkirina mafê jiyanê û qedexeya li ser perwerdeya bi zimanê dayîkê derketin pêş.
Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Amedê Ercan Yilmaz, mijar ji Nûçegihanê Rûdawê Maşallah Dekak re nirxand.
"Binpêkirina herî mezin mafê jiyanê ye"
Ercan Yilmaz diyar kir ku ji ber şer û pevçûnên ku ev 40 sal in li Bakurê Kurdistanê didomin, binpêkirina herî mezin a mafan "binpêkirina mafê jiyanê" ye.
Yilmaz destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de bi hezaran zarokan ji ber şer jiyana xwe ji dest daye, hatine birîndarkirin an jî rûbirûyî şkenceyê bûne.
Perwerdeya bi zimanê Kurdî
Ercan Yilmaz têkildarî doza Kurdan û mafên zarokan jî axivî û got:
"Bi avabûna Komara Tirkiyeyê re ev sed sal in nasname û zimanê Kurdî tê înkarkirin û perwerdeya bi vî zimanî qedexe bû. Ev qedexe bingeha pirsgirêkê ye."
Yilmaz anî ziman ku di cîhanê de li gelek welatan gelek ziman wekî zimanê fermî tên bikaranîn û ev yek li welatên demokratîk normal e lê li Tirkiyeyê ev mijar wekî "tabûyekê" hatiye dîtin û berdewam kir:
"Em bawer dikin ku ev tabu şikestiye û divê di makezagon û yasayan de ev qedexe rabe.
Divê zarokên Kurd bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin. Ji bo aştiyeke mayînde, perwerdeya bi zimanê dayikê şertekî sereke ye."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse